Qeyûm Midûriyeta Polîtîkayên Jinê fesh kir!

AMED - Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin Midûriyeta Polîtîkayên Jinê fesh kir. Navenda Şewirmendiyê ya Jinê Amîda a ku ji bo jin û zarokan xebatê dimeşîne jî hat girtin.

Qayûmên ku tayînî şaredariyên DBP'î hatine kirin navendên jinan û xebatên ji bo jinan hedef digirin. Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Sûrê ya Amedê hat kirin Bîlal Ozkan, Midûriyta Polîtîkayên Jinê fesh kir. Jibilî vê jî Navenda Şewirmendiya Jinê Amî ku ji bo jin û zarokan xebatê dimeşîne jî hate girtin.

Qayûmên ku tayînî şaredariyên Farqîn, Cizîr, Dêrik, Nisêbîn û navçe û bajarên din hatibûn kirin, navenêdn şewirmendiya jinê yên ku ji bo jinan xebatê dike girtibû. Polîsên ku bi ser navendên jinan de girtibûn dosyayên jinên ku rastî şîdet û îrîşa zayendî hatibûn hemû desteser kiribûn.