'Em niha di rêyan de li Edaletê digerin'

DUZCE - Meşvana Edaletê Çigdem Evcîl a xwişka wê Muhterem Goçmen ji aliyê Serdar Goçmen ve hat kuştin, diyar kir ku wan li salonên dadgehê û li kolanan edalet nedît û niha di rêyan de li edaletê digerin.

Meşa Edaletê di roja 13'an de berdewam dike. Ji hemû beşên civakê beşdarî meşê dibin û daxwazên xwe tînin ziman. Meşvanên Edaletê yên xizmên xwe winda kirin diyar kirin ku wan li salonên dadgehê û kolanan edalet nedît û niha di rêyan de li edaletê digerin. Meşvana Edaletê Çigdem Evcîl a xwişka wê Muhterem Goçmen ji aliyê Serdar Goçmen ve hat kuştin, diyar kir ku wan li salonên dadgehê û li kolanan edalet nedît û niha di rêyan de li edaletê digerin. Evcîl, anî ziman ku Serdar Goçmen' rastî halê baş hat û cezayê wî hat daxistin û wiha got: "Lêgerîna malbatê ya Edaletê ji sala 2013'an heta niha didome. Serdar Goçmen Hevsera xwe Muhterem Goçmen qetil kir. Lê hêj Edaletê cihê xwe nedîtiye. Li Tirkiye pêdivî bi Edaletê û Meşa Edaletê heye. Niha Edalet nemaye û em li ser rêyan li Edaletê digerin. Ji bo me Edalet tune ye. Ji bo jinan bi temamî Edalet tune ye. Xwişka min di bin parastinê de hat kuştin. Em li salonên dadgehan û qadan li Edaletê geriyan niha em li ser rêyan li Edaletê digerin. Em dê lêgerîna Edaletê berdewam bikin."

Nûnera Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin a Enqereyê Ayşe Kavas jî anî ziman ku êdî Edalet ji bo hemû civakê hewce ye û hemû civak êdî li Edaletê digere. Kavas, anî ziman ku ew li her derê têkoşîna Edaletê didin û li gelek cihan derî li ruyê wan hat girtin. Kavas, anî ziman ku niha jî hem ji bo xwe û hem jî ji bo hemû beşên civakê tev li Meşa Edaletê dibe û dê lêgerîna Edaletê berdewam bikin.