Jinan aqûbeta Mujgan Ekîn pirsî

EDENE - TJA û Meclîsa Jinê ya HDK'ê aqûbeta Mujgan Ekîn a 45 roj in winda ye pirsîn.

Kordînasyona Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya HDK'ê ya Edeneyê ji bo aqûbeta Mujgan Ekîn a li Enqereyê hat binçavkirin û 45 roj in jê agahî nayê girtin bipirsin li avahiya HDP'ê ya Edeneyê daxuyanî dan daçepemeniyê. Jinan dowîzên "Bila Mujgan winda nebe" "Dewletê Mujgan girt, em bi saxî dixwazin" vekirin û li ser navê jinan jî Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural axivî pirsa "Mujgan li kû ye" kir.

Tural anî ziman ku herî dawî şahidan dîtine ku Mujgan ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û ew jî wê bi saxî dixwazin. Tural got ku 45 roj in ji Muganê agahî tuneye û heta ku agahî bigirin ew ê aqûbeta wê bibipirsin.