NAVENDA NÛÇEYAN- Hunermenda wêneyan Sujatro Ghosh, der barê Hindistana her ji 15 deqeyan de jinek rastî êrîşa zayendî tê û jin bi armanca şermezarkirinê rûpoşên çêlekan datînin ber rûyê xwe, bi pirsa "Gelo çêlek ji jinan binirxtirin?" projeyan weneyan xist jiyanê. Proje di demek kin de li welat belav û di heman demê de bû hedefa netewperestan.
Wênekêş Sujatro Ghosh ê 23 salî ku li paytexta Delhî ya Hindistanê dijî, ji bo şermezarkirina tundiya li ser jinan, jinan rûpoşên çêlekan datînin ber rûyê xwe û bi pirsa "Gelo çêlek ji jinan bi nirxtir in" projeya wêneyan xist jiyanê. Projeya ku bi lez li welat belav bû, di heman demê de bû hedefa trollerên netewperest ên Hindu yan.
Li gorî nûçeya BBC'ê Suhatro Ghosh diyar kiriye ku edaleta jinên ku li welatê wî rastî tuneyê tên û tên kêmxistin, ji ya çêleke ku li Hindistanê pîroz tê dîtin, hîn dirêjtir didome, vê jî pirsa li welatê wê gelo çêlek ji jinan bi nirxtir tên dîtin aniye hişê wî.
Li gorî îstatîstîkên dewletê, li Hindistanê di her 15 deqeyan carekê de jin rastî êrîşên zayendî tên. Ghosh bal dikişîne ser dozên jinan ên bi salan di dadgehan de didomin, lê dema çêlekek tê kuştin, komên Hîndu kujer derp dikin û wan dikujin.
Dadrî ya li eyaleta Pradeş a Uttar'ê Muhammed Ahlak ê 50 salî ku cotkare, goştê dewar di dolabê de ragirtiye û bi malbatî goştê dewar xarine, hatin lînç kirin. Ghos anî ziman ku ew ji boyerên bi vî awayî bigomane.
DI DU SALÊN DAWÎ DE 10 KES HATIN KUŞTIN
Di du salên dawî de li Hindistanê 10 kesên ku bi paşgotinên kuştê dewar xarine, hatine kuştin.
Wênekêş Ghosh di seyaheta xwe ya li bajarê New York a DAY'ê ya vê mehê de, ji dukaneke partiyê ropûjên çêlekan dikire û tîne Hindistanê. Wêneyên jinên ku van ropûşan datînin ber rûyê xwe dikişîne. Ghosh berî du hefteyan projeya xwe dixwe instagramê û projeya wî rastî bertekên erînî hat. Lê gelek peyamên gef xarinê jî di haman demê ji wî re tê.
Ghosh dest nîşan kir ku ew ji bertekan natirse û wiha got: "Ez ji bo armanceke mezintir dixwebitim. Ji çar aliyên cîhanê, gelek kes dixwazin beşdarî projeya wî bibin."