‘Mor Tencerem’ reng dide jiyana jinê

İZMÎR - Li Seferîhîsarê, 7 jinên ku bi ruhekî kolektîf di sala 2010'an de Kooperatîfa Pêşketina Çandinî ya Seferîhîsar Hidirlikê avakirin, niha hejmara endamên wê xwe gihandiye 85'an. Jinên di bin banê kooperatîfê de cih digirin, bi piştevaniyeke komunal hem di warê maddî hem jî di yê manewî de azadiya xwe pêk tînin.

Li navçeya Seferîhîsara Îzmîrê, Kooperatîfa Pêşketina Çandinî ya Seferîhîsar Hidirlikê ya di nîsana 2010'an de ji aliyê 7 jinan ve hat avakirin, jinên di bin banê wê de cih digirin bi ruhekî komunal azadiya xwe yî maddî û manevî bi saya wê bi dest dixin. Bi rêxistinbûyîna jinan hejmara endamên kooperatîfê gihaş 85'an û her wiha berên kooperatîfê jî li bazarên gundan û di ser malpera ‘www.seferipazar.com’ a koperatîfê de tên firotin.

TEVAHIYA BERÊN ÇANDINÎ XWEZAYÎ NE

2'yemîn Seroka Lijneya Rêveberiya Kooperatîfa Pêşketina Çandinî ya Seferîhîsar Hidirlikê Seval doganlar dest nîşan kir ku, hilberîna çandiniyî ya di bin banê kooperatîfê de bi temamî xwezayî ye. Doganlar a ku got, "Ji bexdenûzê heta gihayê tirpê em difiroşin her derê Tirkiyeyê" wiha axivî:"Bi vî awayî em hem piştevaniya hilberîneran dikin hem jî em xerîdaran digihînin berên xwezayî."

‘PERWERDEHIYA ZAROKAN BÊHEQ E'

Doganlar ragihand ku, li kooperatîfê di warê Perwerdehiya Pêşengiyê, Perwerdehiya Xwendina Fanansalî, Bernameyên Piştevaniya Dayikê, Mafên Mirovan ên Jinan de perwerdehiyê didin jinan û wiha axivî:"Di encama perwerdehiyê de, ji bo jinên li vir mafên xwe yî perwredehiyê bi kar bînin, xwestin bixebitin. Ji bo jin beşdarî perwerdehiyê bibin, diviya zarokên xwe danînan cihên ewle. Di vê berekê de, hin pêşnûmayên din hatin pêşxistin; ji bo zarokên jinên beşdarî perwerehiyê dibin, di bin banê kooperatîfê de û di bin venêrîna mamosteyên pêşketina zarokan de bêheq perwerdehî ji bo wan tê dayîn. Ev perwerdehî heftê rojan ji bo zarokên temenê wan di navbera 3-6 salan de tê dayîn."

‘MOR TENCEREM BI KEDA JINÊ HAT AVAKIRIN'

Doganlar diyar kir ku, bi hatina jinan a gel hev wan pêjgeha 'Mor Tencerem'ê ava kiriye û dest nîşan kir ku, li Seferîhîsarê her diçe eleqeya ji bo 'Mor Tencerem'ê zêde dibe. Doganlar anî ziman ku, di heman demê de jinan li Taxa Payimliya Seferîhîsarê Atolyeya Kargêriya Dimsê jî vekirine û wiha axivî:"Li Mor Tencerem û Atolyeya Kargêriya Dimsê, tenê jin hildiberînin û bi rê ve dibin. Dahata aborî ya bi dest dikeve jî, piştî dayîna bac û mesrefan, perê mayî li jinan tê parvekirin. Jinên li vir dixebitin, bi qasî xebata xwe pere werdigirin."

AWAYEKÎ RÊXISTINBÛNEKE KOLEKTÎF

Doganlar dest nîşan kir ku, li Seferîhîsarê Kooperatîfa Pêşketina Çandinî ya Seferîhîsar Hidirlikê di nav jinan de ruhekî kolektîf daye der û wiha domand:"Jin hem piştevaniya hevd ikin, hem jî ji bo hêzê bidin hev di nav rêxistinbûyînê de ne. Jina ji aliyê aborî hêzdar dibe, statuya wê ya li malê jî diguhere. Di bin banê kooperatîfê de ji bo jinan piştevaniya derûniyî jî tê kirin."

‘DIVÊ HEMÛ JIN XWE BI RÊXISTIN BIKIN'

Doganlar a ku got, "Ji aliyê dewletê ve piştevanî tune tenê baceke zêde heye" li dijî meblaxa bacan bertek nîşan da û wiha axivî:"Baca me, wek baca ji bo şîrketekê tê dayîne. Divê dewlet piştevaniya cihên wisa bike." Doganlar diyar kir ku, her kes berê di dest xwe de, li baxçeyê xwe tîne kooperatîfê û bi ruhekî kolektîf wan difiroşin û wiha got:"Komuneke bi vî awayî heye. Civakên rêxistinbûyî, civakên hêzdar in. Divê beriya her tiştî hemû jin xwe bi rêxistin bikin."

‘MOR TENCEREM RENG DA JIYANA ME'

Aysûn Onlu ya li Mor Tenceremê wek aşpêj dixebite dest nîşan kir ku, Mor Tencerem ji aliyê aborî jinan bi pêş ve dixe û wiha got:"Me di warê maddî û manewî de azadiya xwe bi dest xist."

Melahat Karataş a li Mor Tenceremê dixebite jî got, wê berê ji bilî malê karê tu tişt nedikir, bi Mor Tenceremê re jiyana wê guheriye û wiha got:"Beriya Mor Tenceremê min hemû emrê xwe bi malê ve girêda bû. Kooperatîfa Pêşketina Çandinî ya Seferîhîsar Hidirlikê rengek cuda li jiyana min zêde kir."