Gardiyanên mêr dikevin qawîşa jinên girtî

MÊRSÎN - Li Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê gardiyanên mêr bi rasthatinî dikevin qawîşên jinên girtî û heqaretî girtiyan dikin.

Li Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsa Mêrsînê, pêkûtiyên li dijî girtiyên siyasî didomin. Girtîgeha ku tim bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye, hema bêje veguheriye kampa komkirinê. Li girtîgehê qawîşa girtiyên bi kapasîteya xwe 48 kesî ye, lê bi sirgûn û girtinên dawî re li heman qawîşê 76 kes dimînin. Girtiyên ku di ser malbatên xwe re binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin, banga hestiyariyê li raya giştî kirin. Hevseroka HDP'a Tarsûsê Zahîde Kaya, ya li girtîgehê hevdîtina hevala xwe Elîf Ezgî Karadûvarê kir ragihand ku, hevalê wê gotiye cihê lê dimînin zaf teng e. diyar kir ku, Karadûvar jê re gotiye cihê wan î razanê tune ye û her wiha rayedarên girtîgehê pêdiviyên wan î wek ava germ û yên din bi cih nayinin.

‘HEQARET DIKIN'

Kaya got, li Girtîgeha Tarsûsê sepandineke nû ketiye dewrê û dest nîşan kir ku, girtî ji vê nerazî ne. Kaya da zanîn ku, gardiyanên mêrî bi awayekî rasthatinî bi ser qawîşên jinan de digirin û got hevala wê wiha ragihandiye:"Her roj dikevin hundur û digerin. Dema em dibêjin hûn nikarin têkevinê, bila gardiyanên jin werin, dibêjin 'Cihê em bixwazin her saet û her wextê em dikarin têkevinê.' Dema em bertek nîşan didin, heqaretên giran dikin."

Kaya ragihand ku, hemû girtî ji vê rewşê nerihet in û li gel gelek daxwaznameyan jî tu sererastkirin nehatiye kirin û wiha got:"Divê demildest dawî li vê sepandinê bê. Nayê qebûlkirin." Kaya dest nîşan kir ku, ew ê têkildarî mijarê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Tarsûsê bidin û xwest demildest ev rewş bê sererastkirin.

Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan, lê telefona wan tim meşgûl lêdixist.