NÎMET OLMEZ
WAN - Endam û aktîvîstên VAKAD a ku bi KHK'ê ve hatibû girtin li cade, kolan û rawestgehên otobusan jinan guhdar dikin û serlêdanan digirin.
Komeleya Jinê ya Vanê (VAKAD) a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve hat girtin xebatên xwe ligel vê yekê jî didomîne, encam û aktîvîstên komeleyê li kolan, cade û rawestgehên otobusan jinan guhdar dikin û serlêdanan digirin. Seroka VAKAD'ê Songul Ozunver diyar kir ku 6 xebatkar, 20 endam û 30 aktîvîstên komeleya ku piştgirî dida jinên rastî şîdetê, di warê xwesdin û nivîsandinê de kurs vedikir lê xebatên wan nivcî man navber nedane têkoşîna xwe û komele ji her demê zêdetir serlêdanan digire, ligel hemû astengiyan jî jin tên xwe digihînin wan.
'HER JIN ÇÎROKA XWE VEDIBÊJIN'
Ozunver a gotina "em ê dev ji keda jinan a komkirî negerin" bi kar anî û diyar kir ku ew ji Serokwezîrî û gelek sazî û dezgehên fermî re faksên ku çîroka her jinekî vedibêjin dişînin û wiha berdewam kir: "Ez çîroka xwe wekî jineke rastî şîdetê hatiye û hatime VAKAD'ê û bi saya wê çawa bi ser ketime bi faksê ji wan re şand. Bi vî awayî me bi dehan faks şandiye. Em bêsekn hewl didin bibêjin ku VAKD li ser van çîrokên jinan heye."
Ozunver destnîşan kir ku her roj pirsa "em dikarin çi bikin" dikin û kom dibin û wiha got: "Ji bo hatina cem hev buroyekî me tueye lê em li kolanan an jî bi telefonan ve bi jinan re diaxivin û bi vî rengî têkîliyên xwe qut nakin. Em zehmetiyê dikişînin lê ne em ne jî jin dev ji hev bernadin."
'LI RAWESTGEHA OTOBUSÊ SERLÊDAN GIRT'
Ozunver anî ziman ku girtin ji bo jinan asteng nîne û hema her roj serlêdanan digirin û wiha got: "Kaxiz û pênûs di destê me de ye em serlêdanan digirin. Jin ji bo ku xwe bigihînin me serlêdanan digirin. Mînak em ji bo zarokeke ku rastî şîdetê tê bi xwîşka wê re axivin. Piştre me nekarî qanî bikin, dibe ku hinekî wêrekî pêwîst bû. Em bi rawestgeha otobusê de hatin cem hev û min serlêdana wê girt. Cihê ku min serlêdan girt rawesgeh be jî min agahî girt û li ser em dikarin çi bikin axivîn."
'EM LI KORÎDORÊN EDLIYEYÊ NE JÎ'
Ozunver got ku dozên jinan ên ku wan dişopandin hebûn û weke aktîvîstên VAKAD'ê li korîdorên edliyeyê hebûna xwe didomînin mînaka vê ya herî şenber jî şopandina doza Dilek Ozîster a ji aliyê hevserê xwe ve di 2014'an de hate kuştin bû.
Ozunver diyar kir ku pirtûk, serlêdan, arşîvên kovaran ên ku 12 sal in kom kirine jî hatine desteserkirin ji bo arşîvên xwe xilas bikin serî li gelek cihan dane lê hê jî encamekî erênî negirtine, amadekariya serlêdana Dadgeha Qanûna Bingehîn dikin.