Jinan ji nivîskarên girtî re name şandin

STENBOL - Endamên BÎKG'ê ji nivîskar Asli Erdogan û zimanzan Necmiye Alpay ên girtî ne re nameyên piştevaniyê şandin.

Endamên Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê (BÎKG) ji bo piştevaniyê ji Endmanên Lijneya Şewirmendiyê ya Rojnameya Ozgur Gundemê zimanzan Necmiye Alpay nivîskar Asli Erdogan ên ku li Girtîgeha Bakirkoyê ne re name şandin. Jinên ku li postexaneya Galatasarayê hatin cem hev kartên rengîn ên amade kirine bi hestên xwe yên "azadî" û piştevaiya jinê" şandin. Jinan nameyên xwe reng bi reng xemilandin.

Ji endamên BÎKG'ê Burcu Eren diyar kir ku ji bo ew nîşan bidin Necmiye Alpay û Asli Erdogan ne tenê ne name şandine û wiha got: "Ji ber vê yekê me hestên xwe yên baş ji wan re şand û kartên xwe rêkirin. Em dixwazin di demeke kin de bên berdan."

Jinan piştî ku nameyên xwe şandin ji postexaneyê veqetiyan.