ENQERE - Weqfa Piştevaniya Jinê, ji bo ku alîkariya hiqûqî bide jinên ku rastî şîdetê tên û piştevaniyê bide wan "Tora Parêzer a Dildar ê Enqereyê" ava dike.
Weqfa Piştevaniya Jinê bi piştevaniya Balyozxaneya Holandayê ve bi "Projeya Xurtikirina Mekanîzmaya Têkoşîna li Dijî Şîdetê ya Weqfa Piştevaniya Jinê" hedef dike ku "Tora Parêzer a Dildar ê Enqereyê" ava bike. Xebatên atolyeyê yên ji bo tora parêzer bê avakirin di navbera 16-24'ê kanûnê de dê bê çêkirin. Di encama xebatê de tê armanckirin ku bêpere di warê hiqûqî de piştgiriyê bidin jinên ku rastî şîdetê tên.
Di xebata ku dê çar rojan berdewam bike de parêzerên dixwazin beşdar bibin bi riya navnîşana "kadindv@yahoo.com.tr" heta 10'ê kanûnê bi riya e-postayê serlêdanê bikin.
Xebatên atolyeyan ên ku ji bo parêzerên dildar tên plankirin ev in:
"Zayendperestiya civakî", "Teknîkên hevdîtinê yên bi têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan", "Travmaya ruhî", "Xebata parastinê ya ji travmatîzasyona duyem a dema hewldanê ya bi travma û şîdetê", Mekanîzmayên piştevaniyê û sererastkirinên qanûnê yê neteweyî û navneteweyî yên têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan", "Modela pêşkêşvaniyê ya xizmetê ya parêzerên dildar."
'PIŞTEVANÎ MEZIN DIBE'
Ji Weqfa Piştevaniya Jinê Sîbel Guneş diyar kir ku ji ber şîdetê jinên ku serî li navenda me ya piştevaniyê dide ewil bêyî ku bi darazekî nêkîtatî bê kirin tê guhdarkirin û pêdiviyên wê tên tespîtkirin. Guneş wiha axivî: "Piştre di çarçoveya daxwazên jinan de bi hevre nexşerê tê diyarkirin. Ev ji alîkariya hiqûqî yan jî psîkolojîk dibe û heta ku mekanîzmayên ku dikarin sûdê werbigirin agahî tê dayîn."
Guneş bilêv kir ku bi projeyê ve dê piştevaniyê biding elek jinan û nirxandina "Ev atolye têkoşîna li dijî şîdetê xurt dikin, piştevaniyê mezintir dikin" kir.
Guneş got ku ew dixwazin qapasîteya tora parêzer berfireh bikin û wiha got: "Em dixwazin bi parêzerên jin ên ku dikarin bihevre bin re bên cem hev."
Guneş bilêv kir ku di çarçoveya projeyê de di pêşerojê de dê bi psîkolog û pisporên xizmetên civakî re jî bên cem hev. xx