Şûjin: Em ê li hemberî îstismarê bêdeng nemînin

AMED - Gazete Şûjin ku ji ber bûyerên îstismara zayendî derdixîne holê tim dibe hedefa tehdîdan, daxuyand ku ew ê li hemberî gefan tu carî serî netewîne. Nûçegihana ajansê Şehrîban Aslan, got ku ew ê li hemberî îstismarên zayendî bêdeng nemînin û tim bûyerên bi vî awayî teşhîr bikin.

Gazete Şûjin ku di warê teşhîrkirina îstismara zayendî ya zarok û jinan û berxwedana jinan de xebatên girîng dike, tim gef li nûçegihanên wê tên xwarin û ji ajansê tê xwestin ku nûçeyên xwe bi paş ve bikişînin.

‘DIXWAZIN EM BÊDENG BIBIN Û BIBIN HEVPARÊ SÛC'

Nûçegihana Gazete Şûjinê têkildarî van gefên li wan tên xwarin axivî. Aslan, got ku ji ber ku ew îstismarên zayendî derdixînin holê gef li wan tên xwarin. Aslan, da zanîn ku bi taybetî ji ber nûçeyên wan ên der barê îstismarkirina zarokan ên li TOKÎ'yan û Çinarê bi awayekî zêde bi zextan re rû bi rû mane. Aslan, anî ziman ku gef bi riya telefonan tên xwarin û ji wan tê xwestin ku nûçe bi paş ve bên kişandin. Aslan, diyar kir ku kesên gefan li wan dixwin îstismarê jî qebûl dikin û wiha got: "Kesên gefan dixwin wiha dibêjin 'Ji ber nûçeyên we dê kiryar bên cezakirin. Bi van nûçeyan hûn teşhîr dikin. Ya hûn ê bi paş ve bikişînin an jî hûn ê encamê qebûl bikin'. Bi vî awayî dixwazin em jî wek çapemeniya berbelav û ya dewletê bibin hevparê van sûcên îstismarî."

DENGÊ JIN Û ZAROKAN: ŞÛJIN

Aslan, diyar kir ku di heman demê de Gazete Şûjin dengê jin û zarokan e û dewleta nêrza û mêr ji ber vê nerihet in. Aslan, anî ziman ku zimanê Şûjinê ji yê çapemeniya berbelav cuda ye û ew bi perspektîfeke ku kesên êrîş lê hatiye kirin an jî jina ku hatiye mexdûrkirin nûçeyan çêdikin. Aslan, balê kişand ser zêdebûna bûyerên îstismarê û şideta li hemberî jinê û got ku, ev ji ber polîtîkaya dewletê ya bêcezatiyê ye.

‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'

Aslan wiha domand: "Li gel hemû çewisandinan jî dema me dest bi Şûjinê kir me gotibû ku em feraseta serdest a mêrî nas nakin, em wan guhdar nakin û em ê dengê jin û zarokan bin. Şûjin hêviya jin û zarokan e. Em ê bi tu awayî li hemberî gefan serî netewînin. Em ê bi paş ve gav neavêjin. Em ê hemû îstismaran teşhîr bikin. Em ê wek çapemeniya berbelav bêdeng nemînin. Ji ber ji hêza nûçeyên me ditirsin ewqasî êrîş dikin."