Ji bo qîmetdayîna keda jinê bazar hat vekirin

MERSÎN - Li Mêrsînê ji bo keda jinan bê dîtin û nirxandin Bazara Keda Jinê hat vekirin. Bazara ku hefteyê 6 rojan vekirî be, dê berhemê bi destê xwe afirandine bixwe bifroşin.

Midûriyeta Jinê ya Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê, di çarçoveya projeya ku 4 salin didome de Bazara Nirxandina Keda Jinê ava kirin. Bazar bi tevlêbûa gelek kesan hat vekirin. Bazar li Parka Kuvai Milliye hat vekirin. Ji xeynî rojên yekşemê dê hefteyê 6 rojan vekirî be. Berî bazar bê vekirin jinên ku bi kedek mezin hilberînê destan çêkirine dezgeh vekirin û li ser dezgehê xwe rawestiyan. Jinan berhem û hunerê destan, xwarin û gelek berhemên din bi merasimek girseyî vekirin. Vekirina bazarê ji aliyê jinan û Hevşaredarê Akdenizê Fazıl Turk ve hat vekirin. Xwediya Projeyê û Cîgira Hevşaerdarê Akdeniz Sebahat Gençtarih Cebe, anî ziman ku wekî şaredarî bi armanca baweriya jinê ya li hemberî jinê pêş bixin û xurt bikin ev proje pêş xistine. Cebe, da zanîn ku ev proje ji bo jinan hevî ye û dixwazin bi vê projeyê bêtir ked û hunera jinê bi qîmet bikin û li keda jinê xwedî derkevin. Cebe, herî dawî destnîşan kir ku ji bo bêtir li keda jinê xwedî derkevin û keda jinê bi nirx bikin dê projeyên xwe yên bi vî rengî zêde bikin.