'Em ê li her derê mafê zarokan biparêzin'

İZMÎR – Li Îzmîrê mamosteyekî tecawizê 6 xwendekar kiribû û mamosteya bi navê Saadet Ozkan ev hovîtî derxist holê û tecawizkar 82 sal û 6 meh cezayê girtîgehê xwar. Ozkan da zanîn ku li ku canê xwendekrekê/î biêşe û êrîşeke zayendî pêk were, ew dê li wir bin û mafên zarokên xwe biparêzin.

Li Îzmîrê 6 xwendekarên temenê wan 6 û 11 salî bi îstismara mamosteyê bi navê Alî Şahînturk (66) re rû bi rû mabûn. Di doza ku der barê Şahînturk hat vekirin de, 82 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Mamosteya jin Saadet Ozkan bûyer derxist holê û di destpêkê de bû şopînerê dozê. Ozkan bi vê hewldana xwe bû mînak û piştî bûyer, di qada civakî de wekî "Mamoste Saadet" hat naskirin. Bi hewldanên Ozkan, Şahînturk hat binçavkirin, lê piştî îfadeya wî hat girtin serbest hat berdan. Li ser vê Mamoste Saadetê dev ji bûyerê berneda û xwest Şahînturk bi girtî bê darizandin.

Pêvajoya darizandinê 3 salan ajot û di berdewama dozê de li Mêrsînê yekemîn Şaxa Komeleya Têkoşîna li Dijî Îstismara Zarokan a Neteweyî ya Mamoste Saadetê (UCÎM) hat avakirin û bi rêya vê komeleyê li dijî îstismarên zarokan têdikoşe. Ozkan da zanîn ku qadên têkoşînê hemû bajarên Tirkiyeyê ne û dest bi xebatan kir.

Ozkan aşkera kir ku 3 sal ji bo dozekê gelekî zêde ye û her çendî her tişt bi zelalî li holê be dîsa jî pêvajo gelekî ajotiye. Ozkan xwest di vî warî de daraz hêj zêdetir gavan bavêje, divê îstismara li dijî jin û zarokan herî zêde di pêvajoyeke 6 mehî de bê dawîkirin. Ozkan got ku divê bi awayekî lezgîn dadgehên îstîhakê bên avakirin û wiha axivî: "Her doza ku tê taloqkirin, bandoreke neyînî li zarokan dike. Zarok di vê demê de travmayan derbas dikin."

‘DIVÊ GAVÊN ERÊNÎ BÊN AVÊTIN’

Ozkan dest nîşan kir ku di vê pêvajoyê de wan û rêxistinên saziyên civakî û saziyên jinan bi hev re têkoşiyane. Ozkan piştrast kir ku doz bi serkeftina jin û zarokan bi dawî bûye. Ozkan da zanîn ku piştî encamambûna dozê, ew rihet bûne û wiha axivî: "Divê ji bo zarokan gavên cidî bên avêtin. Hêza raya giştî gelekî girîng e. Ev têkoşîn qe nebe bû gavek. Divê hêj zêdetir bê bi pêşxistin." Ozkan got ku divê bi berfirehî têkoşîn bê dayîn û wiha domand: "Divê Wezareta Perwerdeya Neteweyî, Wezîrê Edaletê, Wezîrê Tenduristiyê û emniyet protokolê ava bike û zarokan bi lezgîn tev li jiyanê bike."

‘DIVÊ LI HER DERÊ PERWERDEYA PARASTINA CEWHERÎ BÊ DAYÎN’

Ozkan li ser avabûna UCÎM'ê jî rawestiya û wiha got: "Li her derê Tirkiyeyê bûyerên îstismarê diqewimin. Ji bo pêşî li vê bê girtin, divê gavek bê avêtin. Em wiha ketin rê." Ozkan aşkera kir ku wan ji bo destpêka xebatan Mêrsîn hilbijartiye û diyar kir ku ew dixwazin di qada navneteweyî de li dijî îstismarê bitêkoşin. Ozkan dest nîşan kir ku ew ê li her derê û li dibistanan ji bo dayik, bav û zarokan perwerdeya parastina cewherî bidin. Ozkan piştrast kir ku li ku canê zarokan biêşe ew ê li wir bin.

XALA BINGEHÎN PERWERDE YE

Ozkan anî zimn ku divê mamoste perwerdeya mafê zarokan bibînin û di vê der barê de jî ev tişt gotin: "Kesên pedofîlî her dem cihên nêzî zarokan hildibijêrin. Ji ber ev neqewimin, divê berê tevdîr bên girtin. Berî ku zarokên me zirarê bibînin, em bikevin nav xebatan. Di pêvajoya vê dozê de, em ji axaftinên zarokan ên wekî 'Min bikaribûya xwe biparasta, minê baniya ziman. Ez gelekî tirsiyam û min nikaribû biaxiviya' re me şahidî kir. Wê demê xala sereke ew e ku, divê em zarokên xwe perwerde bikin."

Ayşe Surme - dîhaber