ÎZMÎR – Jina bi navê Armagan Akçaboga ku 2 caran zewicî ye, her du caran jî şidet dîtiye. Akçaboga bi motorsîkletê çay, av, qehwe û dendikan difiroşe û debara xwe dike. Akçaboga ji bo jinên têdikoşin got ku “Zewac ne çareserî ye" û ew hişyar kirin.
Jina karker Armagan Akçaboga ya ji pêrava Kuçukyaliya Îzmîrê, heya pêrava Karataşê bi motorsîkleta xwe, çay, av, qehwe û dendikan difiroşe, debara mala xwe dike. Akçaboga 51 salî ye û 2 zarokên wê yên cêwî hene. Akçaboga aşkera kir ku piştî peymana Yewnanistan û Osmaniyê di sala 1902’yan de hat îmzekirin, malbata wê ji Selanîkê koçî Îzmîrê kirine.
Akçaboga du caran zewiciye û ji ber tundiya fîzîkî û derûnî ji hevjînê xwe veqetiya ye û ev 10 sal e bi dayik û 2 zarokên xwe yên cêwî re têkoşîna jiyanê dide.
RASTÎ TUNDIYÊ HAT
Akçaboga diyar kir ku ew bi cara yekemîn bi zorê hatiye zewicandin û wiha axivî: “Bi salan ez xebitim. Min li zarok û malbata xwe mêze kir. Ji ber derfetên jiyanê pir giram bûn, ez neçar mam careke din bizewicim. Di sala 2004’an de ez carek din zewicîm. Lê ji ber tudiya hevjînê xwe yê duyan, min dest ji wî berd. Êdî ez fêrî têkoşînê bûme.”
'DIVÊ EM TIM BI HÊZ BIN’
Akçaboga anî ziman ku li gorî demsalan ew kar dike û wiha axivî: “4 salên havînê ez li ber vê vê pêravê dixwebitin. Derfetên min tenê têra vê yekê dike û ez jî vî karî dikim. Êdî ez ne bêçare me. Bêçarebûna min hişt ku ez fêrî têkoşînê bibim. Bila jin di tu mijarê de xwe bêçare nebinin. Em her roj tundiya li ser jinê dibînin. Heya em zarokên xwe mezin dikin, em bi gelek bûyeran re rû bi rû dimînin û ji neçarî bi kesên ku em ji wan hes nakin re bijîn. Em jin bi tena serê xwe dikarin gelek tiştan bikin û baweriya min ji vê yekê tê. Berê ez di gelek karî de xebitim. Salên dem dirêj, bi tena serê xwe mam. Min li nexweşxaneyan refaqetî kir. Dema ez bêhêz bûm jî min di dilê xwe de got ‘divê ez bi hêz bim. Divê ez hewceyî tu kesî nebim.’ Ji bo ku zarokên min hewceyî tu kesî nebin, divê ez tê bikoşim.”
'DIVÊ ÇARESERÎ NE ZEWAC BE’
Akçaboga da zanîn ku ew niha birînên xwe dipêçe û wiha axivî: “Dema ez jinên ku tundî dîtine dibînim, an jî bûyerek bi serê min re derbas bûn, tê bîra min. Hemû destên ku li dijî jinan radibin, weke ku li rûyê min dikevin. Her gotina ku ji wan re tê gotin dema ku ez dibihîsim, ez pir pê diêşim. Kes ne bê çaresere ye. Divê jin baweriya xwe bi hêza xwe ya cewherî bînin û jiyana xwe bidomîn. Divê çareserî di zewacê de neyê dîtin. Her kes dikare çareseriya xwe ava bike. Jin ne bê çare ne.”