AMED - Jinên KJA'yê yên ku komeleya wan hate girtin li ber avahiya KJA'yê biryara girtinê şermezar kirin.
Endamên Kongreya Jinan (KJA) girtina komeleya li ber avaniya komeleyê ya li Amedê şermezar kirin. Endamên KJA'yê li ber avahiya hate girtin kom bûn û parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, hevşaredarên DBP'î, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jinan jî piştgirî dan. Ji ber ku polîsan destur nedan daxuyanî derve bê dayîn li ser deriyê KJA'yê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" hatin berzkirin.
Parlamenter Sîbel Yigîtalp di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku di 11'ê mijdarê de 370 komele bêhiqûqî hate mohrkirin û KJA tevgera jinên azad e. Yîgîtalp wiha got: "Bila bigirin lê xebatên hişmendiyê dê bidomin. Wekî Sarmaşika ku alîkariyê dide bi hezara mirovan jî hate girtin. Alîkariyên ku ji bo gel tê kirin ji aliyê dewletê ve tên astengkirin. Li hemberî hemû beşên dijminatî tê kirin. Di destpêkê de jî li hemberî jinan tê kirin."
'EM LI VIR IN'
Yîgîtalp a ku di axaftina xwe de gotina "qaseyên me tijî pere nebûn, me tiştek bi kesekî nekir, me polîîkaya diziyê nekiriye" bi kar anî wiha berdewam kir: "Ji aqlê ku dibêje qey komele girtiye re dixwazim wiha bibêjem; 40 sal in diceribînin lê hûn bi ser neketin. Têkoşîna me berdewam kir. Gel bi awayek^icuda li van polîtîkayên şîdetê dinêre. We îro asteng kir lê hûn ê sibehê nikarin asteng bikin. Gel xwedî li îradeya xwe derdikeve. Em bi ked û têkoşîna xwe ve dimeşin. Em hevrêyên Sara û Arîn Mîrkan in. Îro we komele girt em ê sibehê bi dehan komeleyanv ekin. Em li vir in, tu caran qadên ku aydî me ne naterîkin û di her şertê de em ê têbikoşin."
Daxuyanî bi tîlîlî û sloganan bi dawî bû.