STENBOL - Raportora Taybet a berê ya Şideta Arasteyî Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Prof. Dr. Yakin Erturk, zêdebûna êrîşên li dijî mafê jinê wek "Encama serkeftina tevgera jinê" nirxand û li gor wê, serhildan û muqawemeta ku di 30 salên dawî de jin nîşan dane, patrîarkên biçûk û mezin ên pergala mêrî bi awayekî zêde nerihet kiriye. Erturk, ji bo dezgînkirina hikûmeta ku rêxistinên jinan û femînîstan ên wek wê ne hemfikirin jî wiha got:"Yê îtaetê bireşîne, wê îsyanê biçinîne."
Bi destpêkirina 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê re, li Tirkiyeyê derdora herî zêde mafên wê tê xespkirin dîsa jin in. Li aliyekî ji hêla mêrên nêzî xwe bi hincetên cur be cur tên qetilkirin û li aliyê dinê jî, li derveyî siyasetê hatin hiştin. Bi taybetî jî di sal û nîveke dawî de, li Tirkiyeyê jinên li dijî xespkirina mafên xwe daketin kuçeyan dîsa hem bi devkî hem jî bi fîzîkî rastî şideta mêran hatin.
Raportotora Taybet a berê ya Şideta Arasteyî Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Prof. Dr. Yakin Erturk, têkildarî binpêkirina mafên jinan ên li Tirkiyeyê pirsên dîhaberê bersivand.
*Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê ye. Têkildarî vê li Tirkiyeyê bi awayekî zêde binpêkirina mafên jinan heye. Hûn van êrîşan çawa dinirxînin?
Bi awayekî berbiçav zêdebûna êrîşên li dijî mafên jinan û li her qadên jiyanê bi awayekê bêperwa xwenîşandana wê, ez bi du sedemên têkildarî hev re girêdidim. Pêşî, ev rewş encama serkeftina tevgera jinê ye. Jin, bi taybetî di 30 salê dawî de serîhildan û muqawemeta wan î li dijî êrîş û paşguhkirinê, bi awayekî zêde patrîarkên biçûk û mezin ên pergala mêrî nerihet kir.
Gotinên dawî yên Serokwezîr, bi awayekî eşkere mikurhatina vê ye; heke îmtiyazeke erênî ji bo jinan bê sepandin, wê ji bo mêran çi bibe! Pêşniyara min ev e ku, xwe zexm bikin û bigihêjin wê asta bikaribin li xwe binerin.
Bi serkeftina tevgera jinê û çelqbûyîna aboriya neo-lîberal jî, kevir ji cihên xwe leqiyan, avasaziya mêrî hejiya û ji aliyekî ve mêrantî rastî krîzekê hat. Jin êdî ne qayil in li hemberî 'qedera xwe' serî bitewînin.
*Bi tybetî îsal, li dijî vîna jinan gelek binpêkirin rû dan. Ji pêşniyara Îstîsmara Zayendî bigiri heta avakirina Komîsyona Devjihevberdanê. Dîsa li gel zêdebûna cinayetên jinan, komeleyên jinan ên ev îfşa dikirin jî hatin girtin. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin.
Mixabin nêzîkatiya ku em wek dijminahiya bi jinê re şîrove dikin, îro bi sazî û polîtîkayên dewletê jî tên kelijandin. Pêşniyara îstîsmara zayendî bi awayekî zelal nîşaneya vê ye. Ji roja ku AKP bûye îktîdar, bi diyalog û danûstendinên xwe yî bi rêxistinên jinan re, îmze avêt bin gelek geşedanên baş. Lê êdî, em heman hedef û nirxan parve nakin. Nexwe, hikûmet jinên wek wê difikirin derdixe pêş, lê ixwaze yên femînîst dezgîn bike. Lê belê, divê neyê ji bîr kirin, geşedana civakî diyalektîk e; yê îtaetê bireşîne, wê îsyanê biçinîne. (Tecellî)
*Li Tirkiyeyê, rewşa pevçûnî yên ev sal û nîvekê didomin herî zêde bandorê li ser jinan dike. Di pêvajoyên bi vî rengî de, kîjan mafên jinan tên xespkirin?
Lêkolîn jî nîşan didin ku, bi awayekî xwezayî pêşaniya nêvengên şer û pevçûnan rojeva ewlehiya netewî esas digire û di vê berekê de civak ber bi mîlîtarîzma ku her diçe zêde dibe ve tê hêlkirin. Vegotinên mîlîtarîs û mêraniyî, ferasetên jinane û mêrane yên xizmeta netewperestiyê dikin teşwîq dikin û di vê teşwîqê de digihên hev û ev reş çi taybet çi jî giştî di qada cemaweriyê de avasaziya mêrî zexm dike. Bi vî awayî, ji aliyekî ve polîtîkayên dewletê yên cudaparêz ên li ser bingeha zayendî, tercîha zayendî, nîjad/etnîsîte û butçeyên mîlîtarîst ên hatine nepixandin meşrû dike. Li aliyê din jî, nirxên heteroseksuel û malbatê tên kelijandin. Di her du rewşan de jî, berjewendiyên 'gewre' yên dewlet û civakê, dikevin pêşiya mafên mirovan, wekhevî, edalet û aşitiya civakiyî. Di vê rewşê de, herî zêde yên tên emxdûrkirin jî jin in.
Wek zayendî kolekirina jinan, herî zêde di demên şer û pevçûnan de dertên holê û çi paşeroj û çi jî niha gelek mînakên wê hene. Mînak; di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de artêşa Japonyayê, ji bo pêdiviya zayendî ya leşkerên xwe bi cih bîne, jinên koreyî û yên hawirdorê wek koleyan bi kar dinaî û ev perçeyek ji stratejiya wan î şer bû. Di roja me yî îroyîn de jî, li herêmên pevçûn lê didomin heman sepandin, bi taybetî di dîroka nêz de wek 'cîhada seksê' ket rojevê. Her wiha di warê koletiya zayendî de, DAIŞ di şerê xwe yî li dijî jinan de, wek çekeke wehşî bi kar tîne ku ev tim di çapemeniyê de dertê.
Pêvajoyên pevçûnî her çiqas tê wateya mexdûriyeta jinan jî, lê di heman demê de ji bo hêzdarbûyîna wan jî zemînê amade dike.
*Îsal ji geşedanên girîng yek jê jî girtina siyasetmedarên jin ên HDP'î û DBP'î bûn. Mînak, bi tayînkirina qeyûman pergala hevserokatiyê tune tê hesibandin, li hêla din jî qeyûmên hatin tayînkirin navendên jinan ên li şaredariyan girtin. Hûn girtina siyasetmedarên jin çawa dinirxînin?
Belê, mixabin îro piraniya van jinan girtî ne. Ev girtin helbet tên wateya bêdengkirina jinên kurd ên xwedî bandor in, lê ji vê jî wirdetir bi awayekî giştî, divê meriv vê wek tevgerîneke li dijî vîna siyasî ya HDP'î û DBP'iyan bifikire. Ev jî, di warê îstîkrara siyasî ya Tirkiyeyê de, rewşeke zaf xetere ye.
*Li aliyekî êrîşên hikûmetê yên li dijî mafên jinan didomin, li aliyê din jî jinên Tirkiyeyê li dijî vê li ber xwe didin. Me vê, di dema li dijî pêşniyara îstîsmara zayendî li kuçeyan dît. Bi ya we, divê jin di vê pêvajoyê de li kuderê rawestin?
Bi ya min, wê jin ranewestin, di nav têkoşîneke ku vegera wê tune ye de ne. Sazî li ser jinan bên girtin jî, lê wê qethiyen kuçe neyên girtin.
*Di bin çavan de, di serî de jî jin, em bûn şahidê gelek bûyeran şideta zayendî. Hûn jî serdemekê, wek endama Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewrûpayê xebitîn. Di vê çarçoveyê de, gelo bi ya we CPT baş venêrîna girtîgehan dike yan na?
Tirkiye ji wan welata ye ku, herî zêde CPT'î serdana wê dike û di demeke nêz de pêşniyarên wê ji aliyê hikûmetê ve esas hatin girtin û sepandin. Mînak, sererastkirinên şert û mercên Ocalan ên li girtîgehê, di nav pêşniyarên CPT'yê de bûn. Lê belê, bandora saziyên wek CPT'yê girêdayî tevkariya hikûmeta ye. Di meha mijdarê de Raportorê Ji Azadiya Ramanê Berpirsiyar ê NY'yê serdana Tirkiyeyê kir, lê serdana wê bi 5 rojan hat sînorkirin. Jixwe rayedar tînin ziman ku, di çarçoveya rewşa awarte de berpirsiyariyên mafên mirovan ên navnetewî hatine hilawistin.