AMED – TJA der barê tacîz, îşkence û binpêkirinên mafên mirovan, ên li dijî girtiyên jin diyar kir ku tu gef nikare vîna jina azad têk bibe.
Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê tacîz, îşkence û bipêkirinên mafên mirovan ên li dijî girtiyên jin ên girtîgehan tên kirin, daxuyanîya nivîskî da. TJA, di daxuyaniyê de diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê OHAL veguherandiye weke “qencî” û êrîşên xwe yên li ser gelê kurd, gelên li Tirkiyeyê dijîn û baweriyan didomîn e. TJA da zanîn ku weke salên 90’î bi hişmendiya “Hemû kurdan weke potensiyela sûc dibin in” bûye bersûcên pêkanînên bi sedan binçavkirin, girtin û îşkence kirinan.
HEVKARIYA AKP Û MHP’Ê XWE DIDIN DER
TJA, di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku pêkanînên dij mirovahiyê yên hevkariya AKP-MHP’ê xwe li girtîgehan didin der. TJA, bal kişand ser di dema jinên girtî yên ji Girtigeha Jinan a Tarsusê, sîrgûnê Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê hatin kirin, tiştên jiyan e û binpêkirin û gefen leşker û polîsan ên li ser jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa T a Xerpetê yên weke “Ger em we li vir bikujin, dê agahiya kê pê hebe? Em ê tecawizê we bikin.” TJA da zanîn ku êrîşa tehdîta tecawizê ya li ser jinên girtî, tê wateya dewlet tecawiza li ser jinan weke rêbazeke şkandina vînê bikar tîne û wiha pê de çû: “Lê divê baş bê zanîn ku tu tehdît dê nikaribe vîna jina azad bişkine. Çardin pêkanînên kincên yek reng li girtîgehan xistina rovejê, bi vê yekê li girtîgehan bingeha polîtîkayên komkujiyan tên amade kirin. Li Tirkiyeyê piştî darbeya leşkerî ya 1980’î xwestin li girtîgehan van pêkanînan, pêk bînin, lê di encama bedelên mezin de, hat sekinandin. Pêkanînan ‘kincên yek tengî’ pêkanînên li dijî mafên mirovan e.”
TJA, herî dawî wiha got: “Em bang li raya giştî ya hestiyar ku ji her kesî/ê re edalet dixwazin dikin ku, li dijî pêkanên kincên yek reng û bêmafiyên li girtîgehan tên jiyîn, li her qada ku lê dimîn in, bertekên xwe yên demokratîk ên herî bi hez nîşan bidin.”