OHAL, şerê li dijî destkeftiyên jin û civakê ye

WAN – Wekîla HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, avakara VAKAD'ê Zozan Ozgokçe û Parêzer Mujde Tozbey Erdem, şidet, êrîşên zayendî, kuştin û binpêkirinên mafan ên salekî nirxandin û dan zanîn ku di pêvajoya OHAL'ê de li dijî jin û destkeftiyên wan şer hatiye îlankirin.

Piştî derbeya 15'ê Tîrmehê ya 2016'an heta niha, di ser Rewşa Awarte (OHAL) re salek derbas bû. Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, avakara Komeleya Jinên Wanê (VAKAD) ya bi KHK'ê hat girtin Zozan Ozgokçe û Parêzer Mujde Tozbey Erdem, şidet, êrîşên zayendî, kuştin û binpêkirinên mafan ên salekî nirxandin.

‘DENGEKÎ CUDA NAXWAZIN’

Ertan aşkera kir ku AKP ji bo dengên muxalîf qut bike, OHAL îlan kiriye û dubare dirêjkirina wê ji bo qayîmkirina pergala dîktatoriyê ye. Ertan da zanîn ku hikûmetê darbe wekî derfetekî bi kar aniye û wiha axivî: "Rêxistinên civaka sivîl ên rewş tespît kirin û hikûmet hişyar kirin tev hatin girtin. Ev rejîma otorîter, dengekî cuda jî naxwaze."

Ertan piştrast kir ku OHAL gefan li jinan dixwe û wiha domand: "Di 6 mehên salê de 226 jin hatin qetilkirin. Ev hejmareke pir xetereyî ye. Her roja ku derbas dibe, ev rewş hêj xirabtir dibe. OHAL'ê di serî de jiyana jinê, bandor li ser jiyana hemû civakê kir."

Ertan got ku "Saziyên ku şidetê asteng dike, dewletê hemû girtin" û wiha domand: "Heke li welatekî kuştinên jinan pêk bên û ev berdewam bike, ev şerma wê dewletê ye. Peywira dewletê divê pêşî li vê bigire, lê dewlet vê yekê nake, dev ji pêşîlêgirtinê berde, saziyên pêşî li vê digirin jî di hedefa dewletê de ne."

‘LI DIJÎ KOMELE Û JINAN ŞER ÎLAN KIRIN’

Avakara VAKAD ku bi KHK'ê hat girtin Zozan Ozgokçe piştrast kir ku saziya ku li dijî şideta têdikoşiya, hatiye girtin. Ozgokçe got ku ji sala 2004'a vir ve saziya wan xebat dimeşand, tevahiya salê wekî stargeha jinan bû û wiha axivî: "Heke saziyek salê xizmetê bide hezar û 800 jinî, ew sazî serbixwe ye. Weşanê komeleyê, xebat û şahiyên wê ji jinan re vekirî bû. Desthilatdariyê li dijî komeleyê, jinên têde dixebitin û di şexsê wan de li dijî hemû jinên Wanê şer îlan kir."

Ozgokçe da zanîn ku yek roja jinan bê şidet derbas nabe, êrîşên zayendî jî berdewam dikin û ev tişt anîn ziman: "Di vê pêvajoyê de kesê biaxive, bitêkoşe û hwd. hemû hatin bêdeng kirin. Çi dibe bila bibe, li Tirkiyeyê têkoşîna rêxistinê di nava jinan de bi pêş dikeve. Ji ber wê jî hemû sazî û komeleyên jinan hatin girtin."

‘DIVÊ EM BITÊKOŞIN’

Parêzer Mujde Tozbey Erden jî anî ziman ku bi taybetî di pêvajoya salekî de hemû mafên jinan hatine xespkirin û wiha got: "Desthilatdariya ku naxweze jin li gorî xwe bitêkoşe, di vê pêvajoyê de hêj zêdetir jinan ji kar derdixe. Hêj zêdetir jinan davêje girtîgehê. Lê em ê di vê pêvajoyê de li dijî hemû polîtîkayên ku mafê jinan hedef digire, bitêkoşin."