Şima bi destê jinê dibe şîfa

COLEMÊRG - Li gundê Rindikê yê Colemêrgê ku hingivê organîk lê tê çêkirin, jin bi rêbazên berê şimayê vediguherînin şîfayê.

Li gunddê Rindikê yê Colemêrgê, şima hingiv, bi destê jinan vediguhere şîfayê. Li vî gundê hingivê organîk lê tê çêkirin, şima ku di sektorên derman, kozmetîk û hwd. de tê bikaranîn tê helandin û paşê tê şêwandin.

HEM ŞÎFA YE HEM JÎ RONÎ DIKE

Hayat Olmez a 30 sal in vî karê zehmet dike, behsa fêdeyên şimayê kirin. Olmez wiha got: "Bi salane malbata me vî karî dike. Em şimayê dihelînin û difiroşin û pê dermanan çêdikin. Me bi mêşvaniyê dest bi vî karî kir." Olmez, anî ziman ku şimaya ku wek derman tê bikaranîn di dema ku ceryan tune bû wek amûra ronîkirinê jî dihat bikaranîn û wiha domand: "Zivistanê dest û piyên me diterikin. Ji bo terkan zaf baş e. Piştî ku em şimayê dihelînin em wek melhema şewat û birînan bi kar tînin. Her wiha ji bo şikestinan jî em wê dihelînin û li ser cihê şikandî dikin û bi potik girêdidin. Berê wek lempeyê ji bo ronîkirinê dihat bikaranîn. Şima dihat helandin, potikên biçûk tevlî nav dihatin kirin û şiklê mûmê werdigirtin û paşê me ew vêdixistin. Niha tiştên wisa zaf kêm bûne, lê ji ber ku ji hingiv tê çêkirin hîn jî ji bo me şîfa ye."

Olmez, dest nîşan kir ku dema şima bê helandin a girîng ew e ku zereyê zêr bê zevtkirin, lê belê ev hinekî zehmet e. Olmez wiha axivî: "Dema payîzê hingiv tê jêkirin, paşê kewarên ku bi kêrî firotinê nayên yeko yeko tên berhevkirin. Ji bo şimayê tên hilanîn. Havînê ew kewar tên derxistin û agir vêdixin û di sîtilên mezin de kewarên şimayê dihelînin. Paşê kewarên tên helandin di hundurê kîsekî de tên dewisandin û bi du êzingan tên jidandin. Şima dadiwerive. Dema şima dadiwerive, em wê şimaya ku dertê ser avê dixin qaliban û ji bo zuha bibe em datînin quncikekî. Helbet ev rêbaza me rêbazeke kevn e û karekî zaf zehmet e. Ji ber vê her kes pê re bilî nabe. Piraniya kesên mêşvaniyê dikin bêyî kewarên şimayê bihelînin wan difiroşin."

Olmez, da zanîn ku şimaya ku ew vediguherînin qaliban carinan wek melhemê tê veşartin û carinan jî tên firotin.