STENBOL - Jinên kadikoyî yên ji bo berên bi keda destê xwe çêdikin teşhîr bikin fikra vekirina Dikana Potlaçê li wan peyda dibe û bi vî awayî jinên ku gelek tiştan hildiberînin, bi saya vê qadê serbixweyiya xwe yî aborî bi dest dixin.
Jinên kadikoyî yên berên bi keda destê xwe li malê hilberandin, 15 hefteyan li Parka Modayê li Bazara Keda Destan a Jinan a Potlaçê ji bo firotinê berpêşkirin û piştî hin amadekariyan vê carê jî dikana Potlaçê vekirin. Li Dikana Potlaçê ya di "25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijîî Şideta Jinê ya Navnetewî" de hat vekirin, gelek berên ku jinan hilberandiye cih digirin û jin bi vî awayî piştevaniya aboriya nav malê dikin. Li dikanê ji xişrên bi destan heta tabloyan, ji cil û bergan heta pêlîstokan û gelek tiştên din cih digirin û her wiha rastî eleqeyeke zêde jî tê.
HEFTÊ 6 ROJAN VEKIRIYE
Dikana ku li qata têketinê ya Navenda Çandê ya Caddebostanê hat vekirin, ji bilî duşemê her roj saet di navbera 10.00-21.00'ê de xizmetê berpêş dike. Jinên dê di rojên pêş di 'Tora Potlaçê' de cih bigirin, wê dor bi dor nobeta dikanê bigirin. Pêşşerta beran ên ji bo Dikana Potlaçê; divê kes li Kadikoyê bijî, divê ber hilberdanina kes bi xwe be û xwedî belgeya mûafiyeta bacê be.
'MEBEST PIŞTEVANIYA JINÊ YE'
Rayedara Dikana Potlaçê û xebetakra Şaredariya Kadikoyê Arzû Egîrmencîoglû got, mebesta wan ji vê, piştevaniya jinê ye û bikarnanîna keda desta ye. Egîrmencîoglû diyar kir ku, buhayên berên li dikanê tên pêşandan ji aliyê jinan ve tê diyarkirin û bêyî tu komîsyon li wan bê zêdekirin tên firotandin û wiha domand:"Em di civakeke mêriyî de dijîn, çewisandin û pêkûtiyên civak berpêşî me kirine hene. Em di wê baweriyê de ne ku, dema jin hin tiştan fêr bibe û hêzdar bibe, wê fêrî hin kesên din jî bike û ew ê bêtir hêzdar bibin. Em wek Şaredariya Kadikoyê bi bîrbiriya 'şaredarîbûneke civakakiyî' tevdigerin û ji bo berên jinên li Kadikoyê hildiberînin bi awayekî bikêrnehatî nemînin, me xwest em pêşengiya pêşnûmayeke wisa bikin. Mebesta me yî sereke piştevanî ye û ji serî derxistina wî mejiyê ezperestî ye û danderiya feraseta bazirganiyê û hilberandina tiştên baş e."
'PÊŞNÛMA JI BO JINAN GENCÎNE YE'
Egîrmencîoglû anî ziman ku, dema jin berên xwe berpêş dikin û difiroşin bextewar dibin û got, pêşnûmay dikanê ji bo jinan gencîne ye. Egîrmencîoglû got, mebesta wan ruhekî pişetaviniyî yê kolektîf e û ji bo beşdarbûyînê bang li hemû jinên kadikoyî yên hildiberînin kir.
'PÊŞNÛMA CIHÊ BEXTEWARIYÊ YE'
Mamosteya emekdar Nûrhan Gen jî got, ji roja vebûye hema bêje ew her roj serdana dikanê dike û anî ziman ku ev pêşnûmaya ku ji binan pêk hatiye cihê bextewariyê ye. Gen nêrînên xwe yî der barê pêşnûmayê de wiha vegot:"Di van mercên nexweş de, kêliyekê be jî li Kadikoyê cihekî ku em bêhna xwe lê vedin heye û ev ji bo pêşerojê jî hêviyên me zêde dike. Ez ji dil û can bi girîngiya xebat û azadiya aborî ya jinan bawer dikim. Hêvî dikim her biçe mezin bibe û li hin deverên din jî belav bibe. Wê ji bo jinan zaf baş be, çimkî jin tiştên pir xweş çêdikin."