MÊRSÎN – Jinên karker li Mêrsînê di bin germahiyeke 50 pileyî de dixebitin. Jinan diyar kir ku em beramberiya keda xwe wernagirin û wiha axivîn: “Heta em ji ser hişê xwe diçin dixebitin.”
Li Mêrsînê karkerên jin dibin germa dereceya 50’î de dixwebitin. Karkerên jin her roj bi talokeya li ser hişê xwe biçin re re rû bi rû ne. Karkerên jin li gundê Alîfakî ya navçaya Tarsusa Mêrsînê di zeviyên pacanreşkan de dixwebitin, li gel saetên dirêj dixwebitin, heqdestek kêm tê distîn in.
LI MAL Û ZEVIYAN DIXEBITIN
Jinên karker di saetên serê sibê de ava xwe ya qeşagirtî bi xwe re dibin û bi wesayîta kar berê xwe didin cihê kar. Ji bo xwe ji rojê biparêzin, neçarin laçikan bidin ber rûyê xwe û kincên mildirêj li xwe bikin. Li gel kelekela havînê jî, bi fikara “Debara malê” dev ji karê xwe bernadin. Di nava rojê de tenê saetekê bêhna xwe didin.
Piştî karê zeviyan, xebata jinan li malê jî berdewam dike. Jin bi xwedîkirina nexweş, pîr û zarokan re, çêkirina xwarinan, şûştina alavan û paqijkirina malê, heya derengiya şevê dixebitin. Piştî razana du sê saetan, cardin dest bi xebata nava rojê dikin. Li beranberî evqas ked, tenê 47 an jî 50 lîreyî distînin.
JI BO BIAXIVE DIVÊ ÇAWIŞ DESTÛRÊ BIDE
Piraniya karkerên ku li nav zeviyên bacanên reş dixebitin 15-25 salî ne. Her wiha zarok jî di nav wan de hene. Bi taybetî jinên di temenên biçûk de hatin zewicandin, şerm dikin ku zor û zehmetiyên bi wan re rû bi rû mane vebêjin. Jinan diyar kir ku mafekî wan nîne ku ew bêyî destûra çawîş baixivin, lê belê ji bo debarê ew mecbûr in ku bixebitin. Li zeviyan ji penaberan bigire, hema bêje ji hemû netew û olan jin dixebitin. Jinan balê kişan ser îtîsmara aborî û newekheviya zayendî û bilev kirin ku ji ber nasnameya zayîndî, piştevaniyê didin hev û hevpar dijîn.
‘MÎNA KOLEYAN DIXWEBITÎN IN
Jinan dest nîşan kir ku ew ji çawîş şerm dikin û wiha bilêv kir: “Ji ber vê jin kêm diaxivin û naxwazin navê xwe bêjin.” Jinan da zanîn ku 12 saetan dixebitin û wiha gotin: “Germiya heyî zoriyê dide me. Di nava rojê de mirov ji ser hişê xwe diçin. Salên berê evqas ne germ bû. Îsal pir germ e. Li vir mîna koleyan me dixebitîn in.”