Ji sedî 91'ê jinan rastî tundiya xizmên xwe tên

STENBOL - Navenda Piştevaniya Mor Çati, rapora 6 mehên 2017'an a jinên rastî tuniyê tên aşkere kir. Li gorî raporê ji sedî 91’ê jinan rastî tundiya xizmên xwe yên mêr tên.

Vakfa Stargeha Jinan a Mor Çati û Navenda Piştevaniya Mor Çati, rapora 6 mehên ewil a 2017'an a der barê tundî û zextên li ser jinan aşkere kir. Vakfê û Navenda Stargehê rapor li gorî 609 serlêdanên jin û zarokan ên Mor Çati û hevdîtina bi hezar û 277 kesan re amade kirin. Di raporê de hat diyar kirin ku herî zêde li Stenbolê jinên rastî tundiyê hatine serî li wan daye. Rapor li ser serlêdana kesên ji 0-77 salî yên li Mor Çati hat amadekirin. Li gorî rapore hat diyar kirin ku ji sedî 43.8 jinên zewicî rastî tundiyê ha tine. Ji sedî 91'ê jinan ji rastî xizmên xwe yên mêr hatine. Li gorî raporê ji sedî 46 rastî tundiya derûnî hatine û yek ji tundî û gefa li dijî jinan jî tundiya aborî ye. Hat diar kirin ku ji bo debara zarokan jin bi tenê tên hiştin û aboriyê li dijî wê wekî gef derdixe pêş.

JIN RASTÎ TUNDIYA ZAYENDÎ TÊN

Di raporê de hat destnîşan kirin ku jin rastî tundiya zayndî tên. Hem li dijî jinên zewicî û hem jî li dijî ne yên zewicî rastî tundiya zayendî tên û bi vê yekê jinan kêm dixin. Di raporê de hat destnîşan kirin ku şopandina jinan jî cureyekî tundiyê ye, lê wekî tundiyê nayê pênasekirin û wiha cih da raporê: "Li gorî serdanên Mor Çati hat diyar kirin ku bi piranî rastî tuniya yopandinê hatine û bi tacîzê hatine bêzarkirin. Dîsa tedbîrên li gorî xala 6284'an rê li pêş tundiya li dijî jinan nagire û êrîşkarên mêr ji ser êrişê venagerine.

Ji sala 2014'an heta 6 mehên ewil yên 2017’an di nava jinên serî li wan dane de 56 jin rastî şopandina bi israr hatine. 5 jinên bi israr rastî şopandinê hatine rastî tacîz, musalatê hatine. Jinên rastî şopandinê hatine û li dijî vê yekê gotine na jî dîsa şopdaran bi israr disa jin şopandine û zor li wan kirine. Jinên bi telefonê rastî şopandinê û tacizê tên her çend jin telefona xwe biguherîne jî dîsa telefona wê tê peydakirin û dîsa tê şopandin.

Jinên rastî tundiyê û şopandinê tên heri zêde dixwazin di hiqûqa civakî de mafê xwe zanibin. Ji sedî 14’ê jinan ji bo piştgiriya stargehê serî li Mor Çati dane.

SERLÊDANÊ LI ŞONÎMÊ JI BER ŞIDETÊ YE

Li gorî tespîteke ku di raporê de cih girtine, jinên ku rastî şidetê hatine û di nava 6 mehên destpêkê yên salê de, gelo wan ji bo parastinê serlêdan kirine an na, ji wan hatiye pirsîn, jinên ku carekî an jî zêdetir serlêdan kirine, hejmara wan sedî 23.1 e. Hat gotin ku jinan ku rastî şidetê hatine, serî li saziyên wekî Navenda Şopandin û Pêşîlêgirtina Şidetê (ŞOMÎN) û Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî (ASPB) jî dane. Dîsa gelek kesên ku rastî şidetê hatine û serî li rayedarên mulkî dane, wekî kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, hatine nîşandan û ev wekî xala herî balkêş hat destnîşankirin.

Sedema jinên ku rastî şidetê hatine û serî li Mor Çatiyê dane, wiha hat rêzkirin:

* 4 jinan ji ber ku di aliyê şopandin, fîzîkî, derûnî, cinsî, dijîtal û aborî de şidet dîtiNe serî lêdane,

* Jinek ji ber ku ji hevjîn û bavê hevjînê xwe şideta fîzîk û derûnî ditiye serî lêdaye,

* Jinek ji ber ku ji birayê xwe û dayika xwe şideta aborî, fizîkî û derûnî ditiye serî lêdaye,

* Jineke biyanî ya bi mehra olî bi hevjînê xwe re zewiciye, ji ber ku ji wî şideta fîzîkî, derûnî û aborî ditiye serî lêda ye,

* Jinek rastî şideta cînsî tê û ji ber wê du canî dimîne, mafê wê yê kurtajê tê astengkirin û di dawiya mehên welidandinê de ji ber ku bê sîgorte didin xebatê, ji karê xwe vediqete û ji ber vê serî lêdide,

* Jina bi nikaha olî zewiciye hevjînê wê zarokên wê ji wê direvîne û di warê aborî, derûnî û fîzîkî de şidetê lê dike, serî li Mor Çatiyê dide.