ENQERE – Meclîsên Jinan ên HDP û HDK’ê betalkirina wekiltiya Parlamentera HDP'ê Tugba Hezer şermezar kirin û diyar ku rûmeta wan e.
Meclîsên Jinan ên HDK û HDP’ê têkildarî betalkirina wekîliya Parlamentera HDP'ê Tûgba Hezer daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Meclîsan di daxuyaniyê de diyar kirin ku tifaqa Erdogan Bahçelî pergala hevserokatiyê û jin kirine hedef û wiha got: “Tifaqa şer a bi şirîkatiya Erdogan-Bahçelî hatibû avakirin, berê Rewşa Awarte îlan kir. Piştre qeyûm şand ser şaredariyan û herî dawîn rêziknameya navxweyî ya meclîsê guherand. Di vê pêvajoyê de êrîşên xwe yên li ser jinên di qada siyasetê de zêdetir kir û pergala me ya hevserokatiyê kir hedefa xwe. Rejîma faşîst a ku piştî betalkirina welîliya parlementerên me Fîgen Yuksekdag û Nûrsel Aydogan nikaribû berxwedana jinên HDP’ê bisekinîne, herî dawîn jî wekîliya parlementera me ya Wanê Tûgba Hezer û parlementerê me yê Şirnexê Faysal Sariyildiz betal kir. Tûgba Hezer nûnera gelê Wanê ye, Tûgba Hezer îradeya jinan e. Bi pêkutî û zilmê bi paş ve gav neavêje. Bersiva parlementera me Hezer bi vî rengî ye, ‘Peywira ku gelê me dide me, soza têkoşînê ya ku me daye gelê xwe, bi biryara ne meşrû ya tifaqa faşîst wê neguhere. Em ê teqez bi ser bikevin! Soz û gotina parlementera me, ya me ye jî. Em jinên HDP’ê tevî 6 milyon kesan, xwedî li vê soz û gotinê derdikevin! Dîrok ji bîr nake. Dîrok bi paş ve naçe. Dîrok nabe mehkûma derbeyan. Dîroka azadiyê ya jinê têkoşîna me ya li her derê ye. Têkoşîna me li her derê didome.”