ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê, pêşnûmeya ku erka marbirînê dide muftiyên bajar û navçeyan rexne kir û diyar kir ku dixwazin bi vê guhertina zagonê rê li pêş zewaca zarokan vekin.
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gel (HDP) pêşnûnemya têkildarî xizmeta nifûsê û zewacê rexne kir û diyar kir ku hikûmet bi vê pêşnûnayê dixwaze re li pêş zewaca bi zorê û zewaca zarokantiyê veke. Meclîsa Jinan a HDP'ê têkldarî mijarê daxuyaniya niviskî weşand û diyar kir ku hikûmet dixwaze erka zewacê û nifûsê têxe destê muftiyên bajar û navçeyan û bi vê rêbazê rê li pêş zewaca zarokantiyê veke û wiha got: "Ev peşnûma mafê mîrasê, berdanê, zewacê ku bi hezar kedê hatiye destxistin desteser dike û ji destê jinan derdixe. Mê mafê zarokan ji destê wan bê girtin. Em wekî meclîsa jinê vê pêşnûmayê qebûl nakin. Bi ve pêşnûmayê rê li pêş zewaca zarokan û zewaca bi zorê vedike. Ev pêşnûma feraseta dewleta faşîst e. Dixwazin zarokan rasti îstîsmarê tên bi îstîsmarkaran re bi zorê bizewicînin. Dixwazin hemû mafê jinê yê zewacê û mîrateyê ji destê wê bigirin."