Ji TJA’yê kampanya nû: Em dê komkujiya jinan rawestînin jiyanê azad bikin

AMED - TJA, di navbera 3'ê Tebaxê û 25'ê Mijdarê de kampanya “Em dê komkujiya jinan rawestinin, jiyanê azad bikin" dide destpêkirin. Starta kampanya dê li Êlihe dest pê bike. TJA, bang li hemû jinan kir ku tev li kampanyayê bibin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî tundi, zext û komkujiya li dijî jinan tê meşandin, di navbera 3'ê Tebaxê û 25'ê Mijdarê de kampanya “Em dê komkujiya jinan rawestinin, jiyanê azad bikin" dide destpêkirin. TJA dê startê di 3'ê Tebaxê de li Êlihe dest pê bikin. TJA, bang li hemû jinan kir ku tev li kampanyayê bibin.
TJA, têkildarî kampanyaye daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Ji ber ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de li dijî êzîdîyan komkujî pêk hat em li diji komkujiyê di 3'e Tebaxê de starta kampanyayê didin. Feraseta mer a serdest hukmê xwe ji siyasetê heta qada civakî li her derê li ser jinê pêş dixe. Dewlet bi amûra tundî û zextan hewl dide jiyana me bi rêve bibe û li ser me hikum bike. Bi van êrîşan maf û destkeftiyên me yên demokratîk kirine hedef. Hewl dide keda me, nasnameya me, rêxistinbûna me, û hemû destkeftiyên me yên demokratîk ji destê me bigire. Ev komkujiya jinê ye. Bi feraset û gotinên xwe hewl dide jinan di komkujiya fîzîkî re jî derbas bike. Mêr û dewlet roj bi roj mafê jinê desteser dike. Berpirsiyê van polîtîkayan hikûmeta AKP'ê ye. Em destûr nadin van polîtîkayên ku maf û destkeftiyên jinê desteser dike. Em bang li hemû jinên Tirkiye dikin ku tev li kampanyayê bibin. Em TJA, bang li hemû jinên Tirkiye û Kurdistanê dikin ku em bi hevre têkoşîn û piştevaniyê xurt û mezin bikin.