Hemşîreya Reqqayî: Ez dê hesap ji DAÎŞ'ê bipirsim

REQQA – Hemşîre Esma Nûr a li Bajarê Reqqa ya ji sedî 50 ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûye hemşire ye diyar kir ku jinên êzîdî yên di destê DAÎŞ'ê de ji bo ji destê wan rizgar bibin întîhar dikirin û got: "Ez dê hesap ji DAÎŞ'ê bipirsim."

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di operasyona Cenga Mezin a 55 roj berê li Reqqayê dest pê kiribû ji sedî 50 bajar ji destê DAİŞ'ê rizgar kir. Şervanên QSD’ê nêviyê Reqqayê xistin kontrola xwe. Şervanên QSD'ê li rojhilat, rojava û başûr mal bi mal operasyon pêk tînin û bajar ji DAÎŞ'ê paqij dikin. Şervanên Eniya Başûr li taxa Nezlet Şihade roj bi roj pêş dikevin. Li vê eniyê taxa yekem li ber azadkirinê ye. Bi hezaran Reqqayiyên ji destê DAÎŞ'ê azad bûn kêf û şahiya xwe parve dikin.

HEMŞÎREYA AZAD BÛ: EZ DÊ HESAB BIPIRSIM

Li taxa Nezlet Şihade ya Eniya Başûr Hemşîreya 38 salî Esma Nur ku rizgar bû, piştî ji destê DAÎŞ'ê azad bû çeka destê şervanan rakir hewa û got: "Ez dê tola xwe hilînim. Ez de hesap ji DAÎŞ'ê bipirsim. Nur, diyar kir ku li nexweşxaneyak taxa Nezlet Şihade hemşire ye û wiha got: "Ez dê bi çekê li dijî DAÎŞ'ê şer bikim. Ez dê hesap ji wan bipirsim. Piştî DAİŞ'ê Reqqa azad kir, hemû jiyana me dagir kir û mudaxaleyî her tiştê me kir. Ji ber vê yekê her kes li dijî DAÎŞ'ê bi hêrs e."

SIVÎLAN DÎL DIGIRE

Nûr, destnîşan kir ku DAÎŞ di serî de zarokan û welatiyên sivîl dîl digire û wiha berdewam kir: "DAÎŞ mirovên dîl girtin bi hefteyan ew tî û birçî hiştin. Dest avêtin qada tenduristiyê jî. Hatin nexweşxaneyê û her tişt li gorî xwe guhertin. Li gorî xwe qanûn danîn. Qedexe kirin ku jin li nexweşxaneyan bixebitin. Kesên zêde pere dan wan cuda nêzî wan bûn. Xwediyên nexweşxaneyan pere didan DAÎŞ'ê."

REWŞA JINÊN ÊZÎDÎ

Nur, destnîşan kir ku gelek nexweşxane girtin û wekî qada leşkerî şuxulandin. Nûr, bal kişand ser rewşa jinên êzîdî yên di destê DAÎŞ'ê û wiha got: "Jinên êzîdî yên di destê DAÎŞ'ê de ji bo ji DAÎŞ'ê rizgar bibin, dem dem întîhar dikirin. Gelek ji wan dianîn nexweşxaneyan. Hin kesan bi çekan, hin kesan bi îlacan û hin kesan jî bi kêr û tiştên birînê dawî li jiyana xwe anîn. Ez bûm şahidê gelek hewldanên întîharan. Mixabin hin kesan jiyana xwe ji dest dan. Hin kes ji ber zilmê derûniya wan xera bûbûn."

Nazim Daştan - dihaber