Parêzerên Jin: Şopadina îstismarên zayendî dê dijwar bibin

AMED - Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, diyar kirin ku guhertina di Zagona Xizmetên Nifûsê de dê şopandtina îstîsmarên zayendî dijwar bike. Navendê destnîşan kir ku gelek xal, ger ku bên guhertin dê encamên neyinî derkevin. Navendê anî ziman ku ew qet vê guhertinê qebûl nakin.

Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, têkildarî guhertina di Zagona Xizmetên Nifûsê de, li avahiya xizmetê civîna çapemeniyê pêk anî. Parêzerên jin tev li civînê bûn. Berdevka Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Prz. Asli Pasinli, diyar kir ku li gorî xala 5'an a pêşnûmayê, ji xeynî zarokên ku yekîneyên tenduristiyê wan biwelidîne, malbatên wan tenê bi devkî serî li midûrê nifûsê bide bes e.
Pasinlî, fikarên xwe anî ziman û wiha got: “Zarokên rastî îstîsmarê bên karin bi fermî serî li personelên tenduristiyê nedin jî. Dema ev mecbûriyet rabe, şopandina welidandina zarokên rastî îstîsmarê tên dê dijwar bibe. Ev yek dê ser istîsmarê jî bigire. Gelek zarokên rastî îstîsmarê bên dê mijarê nebin darazê. Her wiha dê bi vê yekê rê li pêş zewaca zarokan veke. Ev yek rê rê li pêş zewacên bê qeyd veke û zewacên bê qeyd dê zêde bibe.

Pasinlî fikarên der barê xala 31'an a pêşnûmayê de jî parve kir û wiha got: “Li gorî vê guhertinê, sincê tevahî ji welatiyan dixwaze. Dê bi vê yekê gelek destkeftiyên jinan ji destê wan bê girtin. Li gorî peymanên navneteweyî ku Tirkiye îmze kiriye jî nayê qebûl kirin. Em jî vê yekê qet qebûl nakin."