GERMIYAN - Rêveberiya Giştî ya Rêxistina Dijî Şideta li Ser Jinê ya Germiyan, têkildarî tundiya li dijî jinan bîlançoya 6 mehan aşkere kir û diyar kir ku li gorî lêkolîna wan îsal ji sedê 59’ê tundiya li dijî jinê zêde bûye û 6 jin ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistina Dijî Şideta li Ser Jinê ya Germiyan, der barê tundiya li dijî jinan, li navenda giştî rapora 6 mehan aşkere kir. Rêvebera Saziya Giştî ya Şideta li Dijî Jinê li Germiyan Lemiye Mihemed li navenda giştî ya saziya xwe li Germiyan bîlançoya şeş mehên îsal ya şideta dijî jinê, bi daxuyaniyek çapemeniyê eşkere kir.
Lemiye Mihemed, diyar kir, anî ziman ku îsal şeş jin ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Du ji wan jî xwe bi darve kiribûn. Sê bûyerên xwe şewitandin û bûyerek şewitandinê ku sedema şewitînê ne diyare, rûdane. Lê di şeş mehên destpêka sala par de 8 jinan ji ber şidetê jiyana xwe ji dest dabûn.”
Lemiye Mihemed bîlançoya şideta ser jinan wiha rêz kir: “Di şeş mehên îsal de, tu bûyerek kuştina jinan ji aliyê kesek an hinek kesan ve çênebûye. Lê di şeş mehên sala par de du bûyerên kuştina jinan rû dane. Di şeş mehên îsal de du bûyerên xwe kuştinê hebûn. Li gorî şeş mehên destpêkê ya sala par du bûyer kêm bûne.”
Lemiye Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Îsal şeş bûyerên şewitandinê rûdane. Li gorî şeş mehên destpêka sala par du bûyer zêde kirine. Her di îsal de şeş bûyerên xwe şewitandinê rûdane, li gorî şeş mehên destpêka sala par pênc bûyer zêde kirine. Di îsal de sê bûyerên destdirêjiyê çêbûne, li gorî sala par bûyerek zêde kiriye. Di îsal de 359 doz hatin vekirin. Li gorî sala par 93 doz zêde bûne.”
Lemiye Mihemed destnîşan kir ku di şeş mehên destpêka sala par de bi giştî 239 bûyerên şideta ser jinê rûdan, lê îsal ew rêje bilind bû û gihişt 381 bûyer û got: “Li gorî wê jî îsal ji sedê 59 bûyerên şideta ser jinê li Germiyanê zêde bûne.”
Lemiye Mihemed balkişand ser bûyerên sunetkirina jinan û wiha pêdeçû: “Sunetkirina jinan, karek gelek xirabe. Heya niha ti kesekê li ser bûyerên sunetkirina jinan doz ne vekiriye. Her wiha ti saziyek peywendîdar li ser wan bûyeran nehatiye agahdarkirin.”
Di dawî de Lemiye Mihemed diyar kir ku hemû ew kesên li ser şideta malbatê hatine sucdarkin, hatine şandina dadgehê.