WAN – Komîsyana Mafê Jinan a Baroya WAnê, têkildarî guhertina qanûna Xizmetên Nifûsê de diyar kirin ku ev guhertin dê rê li pêş îstîsmara zayendî veke û zewaca zarokan pêş bixe.
Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê der barê pêşnûmeqanûna têkildarî guhertina qanûna Xizmetên Nifûsêku ya “Miftî jî dikarin mahrê bibirin”daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzeran li avahiya Baroyê civin pêk anî. Hevseroka Komîsyona Mafê Jinan Ekîn Yeter daxuyanî xwend û diyar kir ku ev qanûn zewaca di temenê biçûk de meşrû bike û wiha axivi: “Rêzîkname, zewaca zarokan hêsan dike û pêşiya zewacan bi vê qanûnê tê vekirin. Bi vê pêşnûmeqanûn pêşiya zewacên ku qeyda wan tune jî vedike. Em wek Komîsyona Mafê Jinan ya hiqûqî vê pêşnûmeqanûnê qebûl nakin. Em bi salan e li hemberî guhertina hişmendiya binpêkirin û tunekirina jinê têdikoşîn û li hemberî gelek zext û zordariyan li ber xwe didin. Em li hemberî vê pêşnûmeqanûnê jî li ber xwe didin û destûrê nadin qanûnek wiha di nav civaka me de hebe.”