Jinên Zewkanê li dijî teknolojiyê li ber xwe didin

COLEMÊRG – Jinên gundê Zewkan ê Geverê li dijî teknolojî û demê li ber xwe didin û hunera jinan teşîrêsan, destar û şehî bi kar tînin û vê çandê nadin jibîrkirin.

Jinên gundê Zewkan ê Gevera Colemêrgê li dijî demê û teknolojiyê li ber xwe didin û bi enyad çanda hunera destan didin jiyîn. Jinên gund li şûna amûrên teknolojiyê teşîrêsandin, destar û hirîşehkirinê bi kar tînin û çanda bi hezaran salan didomînin. Gundê Zewkan ji 30 malan pêk tê û hemû gund xizmên hev in. Jin di hin wextên rojê de tên ba hev û hem stranan distrên hem jî dixebitin.

‘JIN KEVNEŞOPIYÊ DIPARÊZIN’

Gelek jinên gund li mala Medîne Bulbul li hev kom dibin û bi destar dest bi kar dikin. Destar ji bo hêrandina genim tê bikaranîn. Medîne Bulbul a 45 salî ji aliyekî ve destar digerîne û ji aliyekî vê jî klaman dibêje. Bulbul da zanîn ku ew çand û kevneşopiyê nadin jibîrkirin û wiha got: “Heke ku di salên 90’î de gundê me nehatiba şewitandin dê her tişt xweştir bibûya. Bedela herî mezin jinan da. Karê me yê bingehîn bêrîvanî bû. Hemû jinên gund bêrîvan in, dizanin destar bigerînin, teşiyê birêsin û bi hev re klaman bibêjin. Hemû barê gund li ser pişta me ye. Jin kevneşopiyê diparêzin. Lê haya zilaman ji vî karî tune ye.”

FÊRÎ BÛK Û KEÇÊN XWE DIKIN

Bulbul dest nîşan kir ku destar mîna berê nayê bikaranîn û wiha domand: “Xwarina bi keda destan bêtir binirx e. Em genim di destar de hûr dikin û bi savarê xwarinên heremî çêdikin. Xwarina me ya keledoş ya herî bi nav û deng e. Xwedîderketina li kevneşopiyên xwe niha pir zehmet e. Hemû gund xizmê hev in û di nav me de xerîb tune ne. Heke ku em dema zêde ji karê sewalan bibînin hemû jin tên cem hev û karê herî baş dikin. Em kevneşopiya bi sedan sal nîşanî keç û bûkên xwe jî dikin. Berê wisa ne hêsan bû lê niha jinan gelek tişt bi dest xistiye. Civata me her tim kevnoşiyê dayik û bavan zindî dihêle.”

TEŞIYÊ LI BER KLAMAN DIRÊSE

Gollu Polat a 64 salî jî da zanîn ku ew hiriyê şeh dikin û bi teşiyê dirêsin û wiha axivî: “Jinên gundan keda herî bi nirx didin û karên herî zor dikin. Dema em tên ba hev karê xwe bi moralekî herî baş dikin. Em rêsandina teşî û şehkirina hiriya xwe li ber klaman çêdikin. Dem bi dem zilamên gund jî li me temaşe dikin. Piştevaniya di nav jinan de di nav zilaman de tune ye. Rêsandina hiriyê ya bi teşiyê stresê ji ser mirov diavêje. Taybetmendiya herî baş jî ev e. Teşî jî yek ji çanda me ya herî kevnar e.”