COLEMÊRG – Li Colemêrgê 6 jin atoleyeya dirûtinê ya fîstan û kirasan avakirin. Jinên liv ir dixebitin ji bo pêşerojê armanca wan ew e ku koperatîfa jinan ku dikaribe model û markayên xwe hilberînî ye.
Li taxa Gazî ya Colemêrgê 6 jin hatin ba hev û li cihek biçûk atolyeya dirûtina fîstan û kirasan ava kirin. Li vê derê kincên heremî yên jinan hildiberînin. Li atolyê 9 makîneyên dirûtinê hene û bi qumaşên reng û reng li gorî daxwaza mişteriyên xwe û modelên wan kincan didûrin. Niha li atolyê li ser daxwaza mişteriyan kinc tên çêkirin. Lê jinên vê atolyê vekirin ji bo pêşerojê difikirin ku koperatîfek jinan ava bikin û li vir marka û modelên xwe hilberînin.
NIHA EM SIPARÎŞAN DIGIRIN
Ji jinan Yildiz Acar diyar kir ku ji bo alîkariya debara malbatê ya aborî bike derketine ser vê riyê. Acar da zanîn ku ew hevalên xwe bi biryarek hevpar vê atolyê vekirine. Acar da zanîn ku bi 9 makîneyên dirûnê kar dikin û wiha got: “Em hem xwedî li çanda bajarê xwe derdikevin û hem jî ji bo alîkariya aborî ji malbatên xwe re dibin alîkar. Ji ber vî awayî me –dest bi hewldana karekê wiha kir. Niha em li ser daxwaza mişteriyan dixebitin. Lê em ê di pêşerojê de karê xwe mezin bikin.”
‘DEMA JIN BIXWAZE BI SER DIKEVE’
Acar her roj bi pidika xwe ya yek salî re tê atolyeyê û wiha axivî: “Bi pidikê re karkirin zehmet e lê bes ku jin bixwaze dikare her tiştî biserxîne. Her sibe piştî em karê xwe yê malê xelas dikin tên dikanê. Em 6 rojê hefteyê dixebitin û her roj saet di 09.00’an de kargeha xwe vedikin. Êvarê jî em heta saet 18.00’an dixebitin.”
‘HEDEFA ME MEZIN E’
Acar destnîşan kir ku hedefa wan ew e ku xwe hin bêtir bigîhinin gelek jinan û wiha lê zêde kir: “Hedefa me ya herî mezin ew e ku jin xwe dikaribin li ser piya bigirin. Em naxwazin ku tu jin hewceyî zilaman bibe. Hilberîna herî zêde jin dikare pêk bîne û dikare pêdiviyên xwe çareser bike. Niha ji ber ku em di aliyê aborî de pir xurt in em zêde nikarin qumaş bikirin. Tenê em ji bo mişteriyan qumaş dikirin. Lê em ê di pêşerojê de model û marak xwe bidin avakirin. Planên me ji bo sibê rojê hene. Em ê bi vê qezenca xwe ji bo pêşerojê avêtina gavên mezin xwe amade bikin.”
‘EM HER MODELÊ DIDÛRIN’
Sedat Armut jî anî ziman ku ew her modelê dikare bidirû û wiha got: “Em dixwazin ku xwe li ser piyên xwe bigirin. Hedefa me ew e ku em dikaribin di pêşerojê de koperatîfek jinan ava bikin. Em ji bo wê dixebitin. Niha bi tu fîrmayan re peymana me tune ye. Em ewil dixwazin pêşiya xwe bibînin. Li kargeha me her modaleka xîtabî her jinê bike heye. Rewşa me başe.”