NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyê di meha tîrmehê de herî kêm 34 jin û 17 zarok ji aliye zilaman ve hatin kuştin. 56 jin rastî tundiya zilam hatin û 32 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatin.
Di serdema hikûmeta AKP’ê ya 15 salan de li dijî jinan tundî ji sedî hezar 500 zêde bû. Ev rêje di serdema OHAL’ê de her roja ku diçe zêdetir dibe. Li gorî daneyên Gazete Şûjin berhev kiriye; zilaman di meha çile de 37 jin kuştin, di meha sibatê de 30 jin, di adarê de 35, di nîsanê de 31 jin, di gulanê de 39 jin, di hezîranê de 36 jin hatin kuştin. Di tîrmehê de jî ev hejmar daneket û herî kêm 34 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Bi vî awayî di 7 mehê 2017’an de herî kêm 242 jin hatin kuştin.
Di tîrmehê de 36 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin û 56 jin jî rastî tundiya zilaman hatin.
32 ZAROK RASTÎ ÎSTÎSMARÊ HATIN Û 17 ZAROK JÎ HATIN KUŞTIN
Îstîsmara zayendî, cinayet û êrîşên li dijî zarokan jî her roja ku diçe zêde dibin. Roj tune ku zarok rastî tundiyê û îstîsmara zayendî nayên. Tirkiye bûye welatê ku her roj li dijî zarokan êrîşên îstîsmara zayendî pêk tên. Di demek ku li Tirkiyê her roj zarok rastî hemû muameleyên ne baş tên, pêşnûmeya rê li pêşiya mehrbirînê û zewaca zarokan ferz dike balê dikişîne ser xwe.
Di tîrmehê de herî kêm 32 zarok rastî dest dirêjî û êrîşa îstîsmara zayendî ya zilaman hatin. 17 zarok jî hatin kuştin.
2 zarok ji aliyê maşîneyên zirxî ve hatin kuştin û zarokek jî di encama teqîna cismek teqmenî de jiyana xwe ji dest da