Ji jinan heta 25'ê Mijdarê kampanya

-ÊLIH - TJA starta çalakiyên "Em dê komkujiya jinan rawestînin", "Jin Jiyan Azadî" ku heta 25'ê Mijdarê bidome da. Jinan di daxuyaniyê de peyama “Her têkoşina heq û hiqûqê ya li dijî desteserkirin, talankirina mafê jinê dê bibe berxwedana li dijî faşîzmê." dan.

Tevgera Jinên Azad (TJA), starta kompanya "Em dê komkujiya jinan rawestînin", "Jin Jiyan Azadî" ku heta 25'ê Mijdarê bidome li avahiya HDP'ê ya Êlihê bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Civîn bi tevlêbûna sedan jinan li avahiya HDP'ê ya Êlihê pêk hat. Endam û rêveberên HDP û DBP yên Êlih, Amed û Sêrtê tev li civînê bûn. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, wekîla HDP'ê Feleknas Uca û Saadet Beceriklî û berdevka KJA ya hat girtin Ayla Akat Ata jî tev li daxuyaniyê bûn. Jinan li salona civînê pankarta "Em dê komkujiya jinan rawestînin" vekirin û bi kurdî û tirkî dirûşmeyên "Bêdeng nemîne dê dor bê we jî", "Bêdeng nemîne, nebe şirîkê şer." 'Em dê komkujiya jinan rawestînin" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.

Li ser navê jinan Berdevka TJA ya Êlihê Songul Korkmaz, di serî de jinên di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê hatin qetilkirin û hemû jinên hatin qetilkirin bibîr anî û komkujî şermezar kir.

KOMKUJÎ NÎŞAN DIDE KU JIYANEK ÇAWA JI JINEN KURD DIXWAZE

Korkmaz, diyar kir ku komkujiya Şengalê ya li dijî gelê êzîdî nîşanî wan dide ku jiyanek çawa ji jinên kurd tên xwestin û wiha got: “3'ê Tebaxê dê wekî roja rej a hovîtiya DAIŞ'ê bê zanîn. 3 sal di ser komkujiyê re derbas bû. DAIŞ ku encama Îtîfaqa faşist a heremê ye bi hezaran jinên êzîdî revandin û pêşkêşî bazaran kirin. Xwestin wan bikin kole. Komkujiya Şengalê û revandina jinên kurd ên zêdî nîşan dide ku jiyanek çawa ji gelû kurd û jinên kurd dixwazin. Dixwazin jina kurd û gelê kurd kole bikin. Dagirker dixwazin berê ruh û bedena jinê bikin kole û pişre vîna wê dikin kole. Kuştina jinan encama şerê taybet e."

‘DI OHAL’Ê DE ÎSTÎSMAR Û ZUNTÎ ZÊDE BÛ'

Korkmaz, destnîşan kir ku di serdema OHAL'ê de saziyên jinan hatin girtin, tuntiya li ser jinê zêde bû û bêtir vîna jinê tune hat hesibandin. Korkmaz, anî ziman ku tundiya dewlet-mêr dixwaze ji nûve jinê bike kole û li gorî wê civakê ji nûve li gori xwe bi teşe bike û wiha got: "Bi OHAL'ê re 500 jin hatin qetilkirin. 365 zarokên jin rastî îstîsmarê hatin. Ji sedî 59 li saziyên dewletê îstîsmar pêk hatin. Xwestin zarok bi tecawizkarê xwe re bizewice. Kujer ji 'halê baş' rastî cezayê kêm hatin. "

ÇALAKÎ DÊ LI 6 QADAN HETA 25'Ê MIJDARÊ BIDOME

Korkmaz, anî ziman ku çalakiya wan îro li ÊLihê starta wê daye dê heta 25'ê Mijadê bidome û li 6 qadan bi panel, semîner û civînan berdewam bikin.
Daxuyanî bi tililî û dirûşmeyan “Jin, jiyan, azadî” û “Jinên Êzidî ne bitenêne" u rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.