MANÎSA – Jinên karker yên li nav zeviyan dixebitin bi bîr xistin ku mesaiya wan a kar li malê dest pê dike û li nav zeviyan dewam dike. Jinan got ku di germa havînê de zêde û bi erzanî dixebitin, lê heqdesta ku werdigirin têra pêdiviyên wan ên rojane nake.
Li Deşta Gedîz a navçeya Turgutlu ya Manîsayê, jinên karkerên demsalî li nav zeviyan li gel hemû zor û zehmetiyên germa havînê, zêde û erzan tên xebitandin. Jinên karker kedek mezin didin û balê dikişînin ser heqedestiya erzan. Jinên ku ji bo xebatê ji bajarên kurdan diçin, hema bêje mesaiyên wan ên kar ji malê dest pê dike. Jin bi saetên dirêj li zeviyan dixebitin û rojê 48 an jî 60 lîre pere distînin. Ev heqdest pêdiviyên rojane dernaxe. Jin li karkeriya demsaliyê rastî hemû neheqiyên tên û bi polîtîka û êrîşên mêtingeriya aborî, nijadperest û zayendî re rû bi rû dimînin. Jinan got ku ew ê di bin navê nasnemya jinan de bi hev re di nav piştevaniyê de bin.
WAN BI KAMYON Û TRAKTORAN DIBIN
Jin diyar dikin ku wan bi kamyon û traktoran dibin nav zeviyan û xwarinên xwe jî ew dikirin. Jinên karker rojê 10 saetan li nav zeviyan bi xwêdana eniya xwe dixebitin.
‘HEQÊ KEDA ME NADIN’
Fahriye Başlangiç (50) dest nîşan kir ku ew dayika 5 zarokan e û ji Bedlîsê hatiye û wiha got: “Rojê 10 saetan dixebitim, tenê 60 lîreyî digirim. Ev pere heqê pêdiviyên me yên rojane dernaxe. Krîza aborî jî bandorê li me dike. Heqdesta me têr nake. Têra tu tiştekî nake. Her roj her tişt bûha dibe. Pereyên ku em distînin em nizanin em ê bidin heqê ceryanê, avê û zexîreyan û çi.”
LI HER DERÊ ÊRÎŞEK CUDA HEYE
Başlangiç da zanîn ku ew li her qadê bi nijadperestiyê re rû bi rû dimînin û bal kişand ser gefên patronan ku li wan dixwin.
‘DEV Û ZIMANÊ ME ZIWA DIBE’
Dayika 3 zarokan Bedriye Karbadag (38) ku ew jî ji Bedlîsê ye diyar kir ku li gel ku nexweş e û emeliyat bûye jî neçar e ku bixebite û wiha got: “Li ber germa havînê dev û zimanê me ziwa dibe. Her roj em di nav toz û xweliyê de dimînin. Em dizanin ku em di nav derdorek netenduristyane de dixebitin. Lê belê em neçar in ku bixebitin.”
BI KEDA XWE QEZENÇ DIKIN
Sevîl Unsal a 42 salî jî bal kişand ser piştevaniya di navbera jinan de û her çiqas heqdesta wan têrê neke jî lê ew dizanin ku vî heqdestê bi xwêdana eniya xwe bidest dixin.
Ayşe Surme - dihaber