ŞIRNEX - Jinên Cizîrî yên rastî tacîz û êrîşa fîzîkî ya polîsan tê, diyar kirin ku dewletê hemû bê ehleqî û dijmirovahiyên xwe xistine meriyetê. Jinan anîn ziman ku ew dê nebin pêlîstoka lîstikên qirêj a dewletê.
Navçeya Cizîrê di 14'ê Kanûna 2015'an de hat dorpêçkirin û derketina derve hat qetexekirin. Navçeya Cizîrê 79 rojan di bin qedexe û dorpêça dewletê de ma. Polîs, leşker û tîmên taybet bi tang, top û maşîneyên zirxî ket nava tax û kolanan û 79 rojan li ser gel gule reşandin.
Piştî dorpêça 79 rojan, her çend qedexeya derketina derve hatibe rakirin jî dîsa polîs û tîmên taybet bi maşîneyên zirxî li nava kolanan digerin û mirovan tacîz dikin. Maşîneyên zirxî her ji 5 deqîqeyan carekê li nava kolanan digerin û hewl didin mirovan çavtirsandî bikin. Li ber dibistanan û li gelek nokteyên cuta yên nava Cizîrê tîmên taybet nokteyên kontrolê danîne û 24 saetan tundiya derûnî li ser gel dimeşînin. Polîs û tîmên taybet herî zêde li taxên Cudî û Nurê digerin û welatiyan bêzar dikin. Welatiyên Cizîrê û jinên Cizîrê bertekên xwe nîşanî helwesta polîsan dan û diyar kirin ku polîs bi hişmendî û piştiriya dewletê tundiya fîzîkî û derûnî li ser wan dimeşîne û tacîz dikin.
‘GER QEDEXEYA DERKETINA KOLANAN RABÛNE ÇI KARÊ VAN POLÎSAN LI KOLANAN HEYE'
Jina ku li taxa Cudî dijî û di serdema qedexeya derketina kolanan de heta dawî mala xwe terk nekir û nexwest navê xwe bide wiha got: "Li serê her kolan û kuçeyekê maşîneyên zirxî yên Akrep hene. Polîsên ku xwe di maşînê zirxî de veşartine tenê karê wan jinan tacîz dikin û çavê wan her tim li ser jinan e. Dibêjin qedexeya derketina derve rabûye, lê ne wisa ye. Ger ku qedexe rabûne çi karê van polîsan li van kolanan heye. Çi karê polisan li tax, kolan û ber malên me heye. Em 24 saetan ji aliyê polîsan ve tên şopandin û polîs me temaşe dikin. Mirovên Cizîrê dê çawa jiyana rojane tev bigerin. Em çawa ji malên xwe derdikevin em çavên wan li ser xwe dibînin. Her tem şerê taybet û derûnî li ser me dimeşînin."
‘EM HER ROJ DI BIN TACÎZA POLÎSAN DENE'
Jinek ciwan ku nexwest navê xwe bide jî tacîza polîsan wiha vegot: "Em dema ji malên xwe derdikevin û diçin dikan û marketê her dem çavên polisan li ser me ye. Rojekê ez û hevala xwe ji bo pêdiviyên malê ji malê derketin û çûn dikanê. Çawa em ji malê derketin du polîsên di akrepê de em dîtin. Çawa ku em dîtin bi hev laqirdî kirin û bi me keniyan. Dema em di ber wan re derbas bûn em rawestandin û gotin; "Jinên xweşik nasnameyên xwe nîşan bidin. Em neçar man rawestiyan. Min got nasnameya min li mal e, ger hûn rawestin ez biçim bînim. Lê polîs pişta xwe da maşîna zirxî û bi qen qerfê xwe kir û got 'hûn çima nasnameya xwe li ser xwe nagerinin' Min jî got ji bo malê heta marketê çi hewce ye. Piştre polîs navê min pirsî. Min navê xwe got. Piştre polîs got 'Dua bike tu pir xweşik e. Lê carek din xweşikbûna te jî nikare te ji destê min xelas bike' Piştre ez aciz bûm em ji cem wan dûr ketin. Em her roj rastî bûyerên wisa tên."
'POLÎS TELEFONA XWE JI MERE DIŞÎNE'
Jina ciwan diyar kir ku dema ji marketê vegeriyan dîsa polîs li gel çend sarok li ser kolana wan rawestiya bûn û wiha got: "Dema em ji marketê vegeriyan û em çûn malê heman polîs û çend zarok rawestiya bûn. Dema me polîs derbas kir, polîs hin tişt ji zarokan re got û kaxizek xist destê zarokekî. Dema me polîs derbas kirin 3 zarokên 5-6 salî li pişt me reviya û bang min kir. Got polîsan ev kaxiz ji tere şandiye. Dema min kaxiz vekir nûmara telefona polîs têde hebû li ser nivîsa "Li min bigere" hebû. Min kaxiz li ber çavê wan çirand, avêt erdê û tû kir û got 'Bê ahlaq"
Jina 50 salî ya li taxa Cudî rûdinê jî anî ziman ku wan taxa xwe terk nekir û wiha got: Piştî qedexe rabûn jî tu tişt nehatin guhertin. polîs bê terbiye tev digerin û bê navber li nava tax û kolanan digerin. Wê rojê polisên bi akrebê li cem çend zarok rawestiya û çend tişt ji zarokan re got: "Dema polîs ji cem zarokan dûr ketin min bang li wan kir û got polîsan çi ji we persî? Zarokan jî got 'Polîsan gotiye ew jina di cem me re derbas bû zewicî ye ya na? pirsîne. Hem ehleqê wan xera be ye. Hem jî ahlaqên zarokan xera dikin.
'POLÎS HÊJMARA TELEFONÊN XWE DAVÊJIN BER DERIYAN'
Jina 20 salî ya li taxa Cudî dijî bertekên xwe anî ziman û xwest tacîza polîsan bi dawî bibe. Jina ciwan diyar kir ku wê rojê polis dema di ber mala me re derbas bûn, polîsan kaxizek li kevirekî pêçan û avêtin ber deriyê mala me û telefona xwe li ser kaxizê nivîsanibûn."