STENBOL - AKP pêşnûmaya qanûna "Destûra marbirînê ya miftîtiyan" berpêşî Serokatiya Meclîsê kir. Jinan bertek nîşanî vê pêşnûmayê da û gotin ku, dê ev qanûn rê li ber zewaca pirhevserîtiyê vebike.
AKP'ê "Destûra marbirînê ya miftîtiyan" berpêşî Serokatiya Meclîsê kir. Her ku diçe li hemberî vê pêşnûmayê bertekên jinan zêdetir dibin. Bi vê pêşnûmayê tê xwestin ku destûra marbirînê bidin miftîtiyên bajar û navçeyan. Jinan jî diyar kir ku dê ev pêşnûma rê li ber zewicandina di temenên biçûk de vebike û bi vê re dê bûyerên îstismara zayendî yên li hemberî zarokan zêde bibin.
Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin Gulsum Kav, dest nîşan kir ku mesele tenê ne ew e ku ji bo çi destûrê didin miftîtiyan, di tûrikê vê qanûna nû de gelek sererastkirinên ku dê mafên jinan xesp bikin hene.
Kav, dest nîşan kir ku berê li ser sekna rêxistinbûyî ya jinan pêşnûmaya qanûna "Zewaca di temenên biçûk" de bi paş ve hatibû kişandin û wiha domand: "Qanûna ku zewaca di temenên biçûk de bi xwe re dianî niha ji nû vê tînin. Hemû tevgerînên jinan dizanin ku dê çi bikin û çi hewce be dê bê kirin. Di vê qanûna ku tê xwestin wê derbixînin de gelek madeyên ku rê li ber tenduristiya jinê û pitikê bigirin jî di xwe de dihebîne. Dixwazin mafên ku bi salan e me bi dest xistine xesp bikin, lê em ê destûra vê yekê nedin."
Kav, anî ziman ku ew ê tu carî destûrê nedin ku mudaxileyî terhê jiyana jinan bê kirin û wiha axivî: "Em ê li hemberî kuncirandina rewşên medenî yên zarokên keç û jinan, li hemberî hemû pêşnûmayan rawestin û bitêkoşin. Em jin di civakeke ku zaf tên kuncirandin de djîn. Lê belê êdî jin ji civakeke tê de dihatin kuncirandin ber bi civakeke birêxistinbûyî ve çûn. Bila her kes vê zanibe."
'EM Ê TIM BITÊKOŞIN'
Endama MYK'ê ya Baskên Jinan a CHP'ê Sûzan Şahîn jî, dest nîşan kir ku bi vê pêşnûmayê re tê xwestin ku gav bi gav pergala şerîatê bê sepandin. Şahîn, dest nîşan kir ku li her navçe û bajarî karmendên fermî yên marbirînê hene û pêdivî miftîtiyan tune ye. Şahîn wiha axivî: "Pirsa 'ji bo çi miftîtî' pirseke girîng e. Divê her kes feraseta nixumandî ya îktîdarê bibîne. Em jin êdî bêdeng nabin. Ji bo azadiya xwe em ji bo her cure têkoşînê amade ne û em ê li ber xwe bidin."
'RÊ LI BER ÎSTISMARÊ TÊ VEKIRIN'
Welatiya bi navê Oya Ûçar jî, anî ziman ku di dema mara olî de tenê navê bav tê gotin û heke destûra marbirînê ji bo miftîtiyan bê dayîn dê di dema marê de tenê navê bav bê gotin û wiha domand: "Dê pêdivî bi tu lêkolînê neyê kirin û dê ev hewldana marî bibe qanûneke ku avaniya civakê xera bibe." Ûçar, anî ziman ki miftîtî hîn nikarin peywira xwe ya sereke bih bînin û wiha got: "Bi vê qanûnê re rê li ber îstismarkirina jinan û zarokan tê vekirin. Ji bo ev pêşnûma di Meclîsê re derbas nebe em ê bitêkoşin."
'RÊ LI BER PIRHEVSERTIYÊ VEDIKE'
Welatiya bi navê Çigdem Evcil jî, anî ziman ku ev qanûn mafên jinan û têkoşîna jinan tune dihesibîne û wiha got: "A rast ev qanûn li gel zewaca di temênên biçûk de rê li ber pirhevsertiyê jî vedike. Bi vê pêşnûmayê re dixwazin jinan têxin bin nîrê xwe. Em ê destûra vê yekê nedin."