Turkoglu: Niha pevajoya komkujiya jinê heye

AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî êrîş, komkujî, binpekirinên mafên jinan ket nava liv û tevgerê û kampanyaya çalakiyên 3 mehan danî pêşiya xwe. Endama Meclîsa DBP'ê Halide Turkoglu, têkildarî kampanya TJA'yê diyar kir ku pêkanînên li dijî jinan rû didin pêvajoya komkujiya jinê ye û ev kampanya wan jî bersîva vê komkujiyê ye.

Tevgera Jinên Azad (TJA), di 3'ê Tebaxê salvegera komkujiya gelên êzîdî de li dijî komkujî, tundî, êrîş û cînayeta jinan ji bo 3 mehan kampanya “Em ê komkujiya jinan rawestînin, jiyanê azad bikin" da destpêkirin. TJA starta kampanyayê li Êlihê da destpêkirin û dê heta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan bidome. Têkildarî tundiya li ser jinan tê meşandin Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Halide Turkoglu, li ser armanc, naverok û pêşeroja kampanyayê axivî.

‘KAMPANYA DÊ LI KOLANAN BIMEŞE'

Turkoglu, anî ziman ku her diçe kuştina jinan zêde dibe û tundiya fîzîkî û derûnî ya di dijî jinan zêdetir dibe û wiha got: "Di her warî de jiyan li jinê tê teng kirin. Kampanya dê heta 25'ê Mijdarê bidome. Heta wê demê dê gelek bernameyên wekî civîn, semîner, panel û xebatên din dê bên meşandin. Li dijî hemû jinên cîhanê û Rojhilata Navîn tuniya komkujiyê tê meşandin. Dixwazin bi komkujiyê jinê tune bikin. Li Tirkiye rojê herî kem 5 jin tên kuştin. Li gelek welatên cîhanê tundiya li dijî jinan bi rêk û pêk tê meşandin. Navê vê yekê komkujiya fîzîkî ye. Bi destê dewletê nirxen jinê yên çandî û manevî tê tunekirin. Dewlet polîtîkayên komkujiya jinê bi pêk û pêk dimeşîne."

‘DI SERDEMA AKP'Ê DE 10 HEZAR JIN HATIN QETILKIRIN

Turkoglu, bal kişand ser komkujiya jinê ya li Tirkiye û wiha got: “Di serdema OHAL'ê de 367 jin hatin qetilkirin. Gelek jinên hevşaredar, endamên meclisên şaredariyê hatin girtin. Gelek saziyên jinan hatin girtin. Jin her roj tên kutin. Qada jiyanê li jinan teng dikin. Hikûmeta AKP'ê vê polîtikaya kuştin, tundî û zextan rewa dike. Di serdema AKP'ê de 10 hezar jin hatin kuştin. Navê vê yekê komkujî ye. Dixwazin hemû destkeftiyên jinan ên bi ked, têkoşîn û bedelê bi dest xistine tevan ji destê wan bigirin.

'ÇIMA 3'YÊ TEBAXÊ?'

Turkoglu, anî ziman ku pirsa çima 3'ê Tebax girîng e û wiha got: "3'ê Tebaxa 2014’an DAIŞ’ê li Şengalê li dijî jinan komkujî pêk anî. Jinên êzîdî revandin, qetil kirin û koçber kirin. Di komkujiya Şngalê de 4 hezar jinên êzîdî dîl hatin girtin. Li Şengalê komkujiya fîzîkî, çandî, zayendî û olî pêk hat."

‘KAMPANYA BERSÎVA KOMKUJIYA LI DIJÎ JINÊ YE'

Turkoglu, destnişan kir ku DAIŞ êrîşî beden, nasname, ziman û hemû nirxên jinê dike û wiha bi dawi kir: "Me li ser navê êzîdiyan ev kampanya dest pê kir. DAIŞ'ê xwest di şexsê jina êzîdî de li dijî hemû jinên cîhanê komkujiyê pêk bîne. Em jî dixwazin di şexsê jinên Êzidî de hemû jinên cîhanê biparêzin. Em dixwazin hemû jin xwe bi rêxistin bikin, biparezin û azad bikin. Ji ber ku dewletê xwest li Êlihê fihûş û istîsmara zayendî pêş bixe me kampanya li Elihê da destpêkirin. Ev kampanya bersîva jinên kurd a li dijî komkujiya jinan e. Mêrê sucdar bi bertîl û kefaletê tê berdan. tev li karê fihûşê tê kirin. Cezayê wî tê daxistin û serest tê berdan. Jin dê xwe bi rêxistin bikin. Xwe biparêzin. Jin dê li nasname, vîn û pêşeroja xwe xwedî derkevin. Dê di şexsê Emanî ya li Sakarya tevî zaroka xwe ya 10 mehî hat kuştin çalak bê lidarxistin. Dê di meha îlonêde nobet bên girtin. Em li dijî hişmendiya mêr û dewletê li vir in. Em dê berxwedana xwe mezin bikin. Ev pêvajoya tê jiyîn pêvajoya komkujiya jinêye. Kampanya bersîva li dijî komkujiyê berxwedan e. Me li dijî hişmendiya mêr a 5 hezar salan têkoşiya em dê têkoşina xwe berdewam bikin.