STENBOL - Jinan li hemberî êrîşên ku bi bahenyên wek "şort li xwe kirine, vekirî li xwe dikin, cixareyê dikêşin" li jinan tên kirin bertek nîşan dan û wiha gotin: "Em jin ne bi tenê ne. Heta ku ceza li êrîşkaran neyê birîn dê têkoşîna me berdewam be."
Çend roj berê Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin rapora cinayetên jinan weşand. Li gor raporê di meha Tîrmehê de bi bahaneya "şort li xwe kirine, vekirî li xwe dikin, cixareyê dikêşin" êrîş li 8 jinan hat kirin. Jinan diyar kir ku ew ê tim li dijî vê ferasetê bitêkoşin û kuçeyan neterikînin.
Dilber Sunnetçioglû, anî ziman ku di demên dawî de ji ber kincên wan êrîş li jinan tê kirin û wiha got: "Em dibêjin êdî bes e."
‘JIN NÎVIYÊ CÎHANÊ NE Û ZAF BI HÊZ IN'
Sunnetçioglu, dest nîşan kir ku di serî de îktîdar û bi giştî hemû feraseta nêrza li Tirkiyeyê hewl didin ku bibin serwer û wiha axivî: "Em çawa bixwazin em ê wisa li xwe bikin." Sunnetçioglu, dest nîşan kir ku ji ber poltîka û siyasetên îktîdarê şidet û êrîşên li hemberî jinan zêde bûne û wiha got: "Bi bahaneyên komîk cezayê êrîşkaran dadixînin. Ji ber vê êrîşkarê din jî cesaretê werdigire. Heke cezayê ku heq dikin bên dayîn, dê êrîşkar wisa bi rihetî nikaribin tevbigerin."
Sunnetçioglu wiha domand: "Heke em bibin yek, em ê hêzdar bibin. Em ê bi tena serê xwe bikaribin xwe biparêzin. Lê divê em ji bo zarokên ku nikarin xwe biparêzin jî bibin hêz. Em nîviyê cîhanê ne û bi rastî jî em jin hêzdar in."
‘LI HEMBERÎ BÊCEZATIYÊ EM Ê LI KUÇEYAN BIN'
Endama Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin Aysel Fîgen jî, dest nîşan kir ku her diçe êrîşên li hemberî jinan zêde dibin û wiha got: "Ev pêvajo ewil bi Ayşegul Terzi dest pê kir û herî dawî bi hevala me Cananê re derket pêşiya me. Ji ber tacizkar bêceza dimînin û dadikevin kuçeyan, me jî biryar da ku ji bo em berteka xwe nîşan bidin dadikevin kuçeyan." Fîgen, anî ziman ku ew ê şopdarê êrîş û dozan bin û wiha got: "Em jin ne bi tenê ne. Heta ku êrîşkar bên cezakirin dê têkoşîna me berdewam be." Fîgen, diyar kir ku dema ew bi hevdu re bin ew hêzdartir in û ji bo rawestandina van pêkanînan divê ew xwe birêxistin bikin.