Jinan li Edeneyê dest bi çêkirina salçeyê kir

EDENE – Li Edeneyê dema salçeçêkirinê dest pê kir. Jin bi makîneyan hem ji bo malê û hem jî ji bo debara malbatê salçeyê çêdikin û difiroşin.

Bajarê Edeneyê yek ji bajarê çandiniyê ye. Li Edeneyê dema salçeçêkirinê dest pê kir. Îsotên sor ku di meha Tebaxê ji nav zeviyan tên berhevkirin, jin wan dikin salçe. Jin hem ji bo malê û hem jî ji bo debara xwe salçeyê çêdikin û bi vî awayî destekê didin aboriya malê.

Jina bi navê Selma Erdem dest nîşan kir ku ew bi salçeyê debara malbata xwe dike û wiha got: “Her sal ji bo amadekariyên zivistanê em salçeyê çêdikin. Ev du sal e ez vî karî dikim. Rojê nêzî 3 ton îsot hûr dikin. Her çi qas karekî demboriyî be jî lê heta demekê çavkaniya debara me ye. Ji ber ku ez debara mala xwe pê dikim xwe baş hîs dikim.” Erdem behsa çêkirina salçeyê kir û wiha axivî: “Ewil em nava îsotan paqij dikin û pişt re dişon. Pişt re jî em diavêjin makîneyê. Piştî hûr dibe em li ser mişambeyan hişk dikin. Dema ku salçe hişk dibe herî dawî em wan dixin qebanozan."

Erdem da zanîn ku salçeya bi destan tê çêkirin hin bêtir bi ekl û tahm e û wiha got: “Herî zêde salçeya destan tê tercîhkirin. Hem ji bo aboriya malê hem jî ji salçeyek biekiltir têkeve malê."

‘JI YA FABRÎKAYAN ÇÊTIR E’

Hatîce Muhammed jî diyar kir ku ew piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê hatiye Edenê bi cih bûye û bi çêkirina salçeyê debara malbata xwe dike. Muhammed dest nîşan kir ku di rojekê de ew 4 ton îsotên sor hûr bi makîneyê dike salçe. Muhammed anî ziman ku serê kîloyeke îsotan 20 qirûş jê re dimîne û ji 100 kîlo îsot 20 lîre pere bi dest dixe. Muhammed got ku salçeya li malan tê çêkirin ji ya fabrîkayan baştire û ji bo tenduristiyê jî baştir e.