Jin armanc dikin bi Intrepidê xwe ji êrîşên zayendî biparêzin

STENBOL – Jinên bi armanca dijberî tundiya jinan a zayendî têdikoşin, li rê û rêbazên xweparastinê digerin. Jinan li dijî êrîşên zayendî bi Intrepît ku Manisha Mohan pêş xistiye armanc dikin ku jinan ji êrîşen tundiya zayendi biparêzin.

Li gorî lêkolinan li Tirkiye her ji 4 saetan careke jinek rastî êrîşa zayendî tê. Li DYA ji her ji 98 saniyeyan jinek rastî tundtiya zayendî tê. Li Tirkiye bi taybetî di serdema OHAL'ê de êrîş û tundiya fizîkî u zayendî ya li dijî jinan zêdetir bû. Jinên li dijî êrîş û tundiya li hemberî jinan têdikoşin, li rê û rêbazên xweparastinê digerin. Jinan ji bo xwe parastinê dest bi hilberîna teknolojiyê kirin. Jina ku li labaratuvara MIT Media dixebite Manisha Mohan, rêbaza Intrepid (Betirs) pêşxistin.

Mohan, bi armanca xwe parastinê bi zanîn û ilmê xwe amûrên teknolojiyê pêş xist. Mohan, bi cîhaza Intrepîd rêbaza parastinê pêş xist. Cîhaza Intrepid, yekem amûra li dijî êrîşên zayendî hatiye pêş xistin. Intrepid liv û tevgera ku jibo jinê talûke dibîne dikeve nava tevgerê û hişyariyê dide. Intrepid bi binkirasan ve tê girêdan û dema bi rêbaza bi zorê binkiras tên derxistin hişyarî dide. Cîhaz bi rêbaza Bluetooth dikeve nava tiv û tevgerê û sînyala alarmê dide telefonê. Cîhazê ku di bin cilan de tê bi cih kirin ji derve nayê ferqkirin.


Mohan, diyar kir ku wan Intrepid di bin kirasên cuda de ceribandine cîhaz qet bêzariyê nade mirovan. Mohan, anî ziman ku bi vê amûrê hewl dide xwe ji êrîşên zayendî biparêzin.