Xwêdana eniya xwe dikin heyvanê mastê xwe

ŞIRNEX – Li gundê Bafê yê bi ser Hezexê ve jinên gund bi firotina mast debara xwe dikin. Hediye Ugur da zanîn ku ew ji çêkirina mast heta firotinê her karî dikin û got: “Em xwêdana eniya xwe dikin heyvanê mastê xwe.”

Li gundê Bafê yê bi ser Hezexa Şirnexê ve jinên gund bi salane debara xwe bi sewalkarî û qatix dikin. Her serê sibê zû jinên gund radibin û dest bi dotina pez û çêlekan dikin. Jinên gund piştî şîrên xwe didoşin li ser tifikan dikelînin û dikin mast û penêr. Piştî şîr dicemide di beroşan de heyvan dikin. Di satilan de mastê tê heyvankirin dibin li navenda navçeyê û satilên mast ên 5 lître bi 12 lîreyan difiroşin. Jin bi çêkirina mast debara xwe dikin.

‘JIYAN BI KEDA DESTÊ JINÊ GEŞ DIBE'

Hediye Ugur (57) li gel şewitandina gund a di salên 1990’an de li gund dimîne û 35 sal in mast çêdike û debara xwe pê dike. Ugur da zanîn ku karê wan qatix bûye perçeyek jiyana wan û wiha got: “70 mih û 4 çêlekên me hene. Ez bi şîrê van debara xwe dikim. Her çiqas zilamên gund her karî dikin bê xuyakirin jî lê tu tişt ne wek tê xuyakirin. Li gundan jiyan bi keda destê jinan geş dibe. Ji karê sewalkariyê bigire heta xwedîkirina zarokan her kar jin dikin. Zilam ji van karan karekî ji nakin."

'HEYVANÊ ME XWÊDANA ME YE’

Ugur destnîşan kir ku dema ew mastên xwe dibin navenda navçeyê zabitayên qeyûm ji wan re pirsgirêk û astengiyan derdixin û wiha axivî: “Ez bi hezar zor û zehmetiyan mastê xwe hildiberînim û dibin bazaran. Min tu demê ji vî karî şerm nekir. Lê zabitayên di temenê zarokên min de tên astengiya ji me re derdixin. Ya herî ez jê şerm dikim ev yek e. Ez li wan şaş dimînim. Ji ber ku ew jî zilamin. Bi rastiya keda jinê nizanin û ji keda jinê fêm nakin. Li gel zoriyan em karê xwe dikin. Em xwêdana eniya xwe dikin heyvanê mastê xwe.”

Bêrîvan Karataş - dihaber