AMED – Hat îdiakirin ku E.Y. ku li şirketeke ewlehiya taybet a ku ewlehiya Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakiyî pêk tîne, rastî êrîşa zayendî ya rayedarê vê şîrketa ewlehiyê hatiye. Tevî ku ev mijar heta darazê çû, hîn jî Midûriyeta Polîtîkayên Civakiyî bi heman şîrketê re dixebite.
Hat îdikirin ku jina bi navê E.Y. ku temenê wê li dor 30 salan e û di şîrketeke ewlehiya taybet ku ev şîrket ewlehiya Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakiyî ya Amedê pêk tîne dixebite, rastî êrîşa zayendî ya rayedarek û xebatkarên şîrketa ewlehiyê hatiye. Derket holê ku E.Y. a rastî êrîşa zayendî hatiye serî li Navenda Şopandin û Tedbîrên Şidetê (ŞONÎM) û Stargeha Jinan daye. Bi serlêdana E.Y. re her çi qas rayedaran xwestin bûyer veşartî bimîne jî lê xebatkarekên girêdayî saziya midûriyetê behsa bûyerê kir. Xebatkarên saziyê ya ku ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin destnîşan kir ku E.Y. demek dirêj rastî êrîşa zayendî hatiye û gefên ji avêtina kar û teşhîrkirinê lê hatine xwarin. Xebatkarên saziyê da zanîn ku ji ber tiştên hatine serê wê derûniya E.Y.'yê nebaş e.
SERLÊDANÊ VEDIŞÊRIN GELO?
Xebatkarên saziyê anî ziman ku, personelên saziyê bi tu awayî nikarin xwe bigihînin dosyeya ku li ser serlêdana E.Y. hatiye vekirin. Xebatkaran, derpêş kir ku ji bo ser bûyerê bê nixuandin, ev yek ji aliyê îdareyê ve hatiye kirin. Xebatkarên saziyê diyar kir ku bûyer çûye heta darazê û wiha got: “Ev bûyer întîqalî darazê bûye. Ji ber ku dozgeriyê ‘biryara nepen’ daniye ser dosyeyê naveroka dosyeyê girtî tê hiştin.”
Agahiyek balkêş jî ku xebatkarên saziyê parve kirin jî ew e ku her çi qas bûyer întîqalî meqamên edlî hatibe kirin, lê hîn jî midûriyeta bajêr bi vê şirketê re dixebite.
Xebatkarên saziyê aşkere kir ku E.Y. a ku rastî êrîşa zayendî hatiye hîn jî li şirketê wek xebatkar xuya dike û dema rewşa E.Y. tê pirsîn tê gotin ku destûra bêpere ya salane bi kar tîne. Her wiha xebatkaran vegot ku E.Y. ji ber pirsgirêkên derûnî li nexweşxaneyekê tê dermankirin.
BERSIVEKE KLASÎK: RAYEDAR DI CIVÎNÊ DE NE
Li ser van îdiayan em li Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakiyî ya Amedê geriyan. Lê xebatkarên Midûriyetê diyar kirin ku rayedar di civînê de ne û ji ber ku dê civîn dirêj dewam bike, dê bersiva van îdiayan neyê dayîn.