Jinên Wanê: Em ê li dijî tundiyê di nobetê de bin

WAN – Jinên Wanî têkildarî Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê axivîn û diyar kirin ku dê li dijî qirkirina polîtîkaya jinan, tundiya zilam, îstîsmara zayendî û komkujiya jinan li kolanan, çalakiyan û nobetê de cih bigirin.

HDP dê îro li Parka Musa Anter a Wanê Nobeta Wijdan û Edaletê bide destpêkirin. Jinên Wanî banga beşdariya nobetê kirin û dan zanîn ku heta ew OHAL’ê û faşîzmê rawestînin dê li kolanan bin.

‘LI DIJÎ YEK ZILAMIYÊ BIHERIKIN KOLANAN’

Endama Meclîsa Şaredariya Elbakê Nazîme Abî diyar kir ku pêwîste jin li dijî desthilatdariya yek zilamî li qadan bin û wiha got: “Em wek jinan ji bo komkujiya jinan, tecawiz û îstîsmara zayendî bê rawestandin em ê li qada bin. Ev nobet nobeta ku jin dengê xwe li dijî her tundiyê derbixinînin.”

‘LI QADA DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Abî da zanîn ku ew ê bi ruhê 7’ê Hezîranê xwedî li nobetê derbikevin ji bo ew li dijî xistina wekîliya Yuksekdag û Hezer derbikevin dê li qada dengê xwe bilind bikin û bang li hemû jinên Wanê kir ku xwedî li nobetê derbikevin.

‘EM Ê LI DIJÎ KOMKUJIYA JINAN LI NOBETÊ BIN’

Rêvebera Rêxistina HDP’ê ya Payîzavayê Sînem Maral jî destnîşan kir ku dê demokrasi bi berxwedana gel a li kolanan bê û got: “Em ê li dijî polîtîkaya tundiya jinan li kolanan nobetê bigirin. Di OHAL’ê de tundiya li ser jinên sed qat zêde bû. Ji bo em vê tundiyê rawestînin divê jin bibin pêşengên nobetê. Ez bang li hemû jinan dikim ku li dijî komkujiya jinan di nobetê de cih bigirin.”

‘DIVÊ JIN LI REFÊN PÊŞ BIN’

Endama Meclîsa Şaredariya Payîzavayê Handan Karakoyun jî got ku pêwîste jin her tim li refên pêş ên çalakiyan cih bigirin û ji bo ew pêşî li komkujiya li ser jinan bigirin dê pişgirî bidin nobetê.

‘DIVÊ XWENDEKAR LI QADA BIN’

Xwendekara zanîngehê Goknur Baran jî bibîr xist ku jin li her qadê jiyanê rastî tundiya desthilatdariya zilam tê û li dijî pergala komkujiyan divê çalakiyên kolanan zêde bibin. Baran da zanîn ku pêwîste li dijî cudakariyê xwedî li nobetê bê derketin û got: “Li cihê jin tunebin mirov nikare behsa edalet, wijdan û demokrasiyê bike. Ez bang li hemû xwendekarên jin û jinên Wanê dikim ku di nobetê de cih bigirin.”