STENBOL – Daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag a “Di derbarê tu kesî de ji ber şort li xwe dikin lêpirsîna edlî nayê kirin” rastî nerazîbûna jinan hat. Pinar Turk a SKM’yî wiha got: “Jin feraseta xwe ya edaletê bi pratîkên xwe yên parastina rewa derdixin holê.”
Di demên dawî de li dijî lixwekirina jinan êrîş zêde dibin. Bi vê re di mehek dawî de 8 jin ji ber “Şort lixwe kirine”, “vekirî lixwekirin” û “Cixare kişandinê” rastî êrîşên zilaman hatin. Li her qadên jiyanê jin rastî tundiya zilaman tên û ji ber lixwekirinê dibin hedefa zilaman. Jin diyar dikin ku ev rewşên wiha ji ber polîtîkaya AKP’ê ya derbarê jinan û derxistina qanûnên zayendî li ser vê bandor dike.
Herî dawî daxuyaniya Berdevkê Hikumetê û Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag a “Li vî welatî tu kes ji ber lixwekirinê nehatiye girtin. Di derbarê tu kesî de ji ber şort li xwe dikin lêpirsîna edlî nayê kirin” rastî berteka jinan hat. Jin li dijî hemû polîtîkayên li ser kinc û bergên jinan bi hêrsin.
‘EM Ê BI ÇALAKIYÊN XWE GAV PAŞ VE NEAVÊJIN’
Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Pinar Turk, li dijî daxuyaniyên Bozdag bi van gotinan bertek nîşan da: “Ev gotin û daxuyanî li xwe mikûr hatina AKP’ê ye. Ev gotin jî rastiya ‘feraseta demokrasiyê’ ya AKP’ê dide nîşandan. Bêguman ev yek ji aliyê me ve baş tê dîtin. Ne ku ji aliyê me ve nayê dîtin û nayê fêmkirin. Ev daxuyaniyên wan hêz dide zilaman. Dê bersiva van daxuyaniyan li kolanan bê dayîn. Kinc û bergên jinan dikin hincet û jin rastî tacîz û tundiyê tên. Em ji vê feraseta pergala desthilatdariya zilam ne li benda edaletê ne. Bêguman jin feraseta xwe ya edaletê bi pratîkên xwe yên parastina rewa derdixin holê û dê derbixin jî. Desthilatdariya 16 salan a AKP’ê ji bo jinan her tim tarî bû û dîktatoriyek faşîst bixwe ye. Em ê li hember van pêkanîn serî netewînin. Em ê li her deverê gotinên xwe bejin. Em ê bi pratîkên çalakiyên xwe mafên xwe yên me bidest xistine biparêzin û tu gavê neavêjin paş.”
LI DIJÎ ÊRÎŞAN MECLÎSA JINÊ YA STENBOLÊ XWE RÊXISTIN KIR
Li dijî van hemû qanûn û pêkanînên li hember jinan, jin ji kolanan bigire heta medya civakî xwe birêxistin dikin û li dijî vê yekê derdikevin. Li dijî êrîşên zêde dibin û her ku diçe bi pêkanînên cuda rêya dixwazin li pêşiya jinan bigirin li Parka Maçka jinan dest bi çalakiyê kir. Jinan biryarên xwe girtin û rêxistina Meclîsa Jinê ya Stenbolê dan avakirin. Jin destnîşan dikin ku ew ê destûrê nedin dij derketina kincên jinan û bi hinceta kincan jinên rastî tundiyê û êrîşan bên dê jinan li hember xwe bibinin û bi yekgirtinek hevpar têkoşîna xwe mezintir bikin.
Her çiqas Bozdag bêje Di derbarê tu kesî de ji ber şort li xwe dikin lêpirsîna edlî nehatiye kirin” jî lê tê diyar kirin ku heta niha zilamên ji ber lixwekirina şortan êrîşî jinan kirine jî tu lêpirsînek pêwîst di derbarê wan de nehatiye vekirin.