STENBOL - Parêzer Dîren Cevahir Şen der barê nîqaşên ku dê destûra marbirînê bidin miftîtiyan de axivî û wiha got: "Neyta jinan tune ye ku dev ji destkeftiyên xwe berdin. Li holê têkoşîn û rêxistinbûyîneke bi salan heye. Tevgera jinan û feminîst, li dijî hemû polîtîkayên îktîdarê yên dijminê jinan e bi piştevaniyî tevdigerin û têkoşîna xwe didomînin. Bi biryar in ku vê piştevanî û têkoşînê xurtir bikin."
Parêzerên jin der barê nîqaşên ku dê destûra marbirînê bidin miftîtiyan de axivîn. Parêzeran dest nîşan kir ku ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin û neyta jinan tune ye ku dev ji destkeftiyên xwe berdin.
GULUM: NAYÊ QEBÛLKIRIN
Yek ji parêzerên feminîst Zuleyha Gulum, ku pêşnûmayên der barê jinan de ji nêz ve dişopîne anî ziman ku, ev demeke dirêj e ku îktîdar dixwaze destkeftiyên jinan tune bike û bi vê sererastkirinê û yên dê bên kirin tê xwestin ku destkeftiyên jinan ên di qada huqûqa medenî de bên tunekirin. Gulum, der barê guherînê de bertek nîşan da û got ku ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin.
‘EM Ê ŞOPDARÊ NEQEBÛLKIRINA WÊ BIN'
Gulum, anî ziman ku marbirîna li mifttîtiyan dê li nav civakê berberîbûnê zêde bike û wiha domand: "Dê ev rewş bi zextî bi ser elewî, ateîst, xiristiyan û kesên baweriyan wan cuda ve biçe û dê mecbûriyeta aşkerekirina baweriya olî ferz bike. Kes ne mecbûr e ku baweriya xwe aşkere bike." Gulum, got ku heke ev pêşnûma bê qebûlkirin dê bi awayekî zêde bandorê li jinan û zarokan bike. Gulum, got ku ji bo ev pêşnûma neyê qebûlkirin ew ê wek parêzer şopdarê wê bin.
ŞEN: NE TESADUF E
Parêzer Diren Cevahir Şen jî, got ku îktîdara siyasî bi awayekî planî û sîstematîk hewl dide ku destkeftiyên jinan ên bi têkoşînê bi dest ketine tune bike û wiha domand: "Vê yekê jî ancax dikare bi guherîneke kokdar a pergaliyî bike. Ne mumkune ku mirov tevlî gotinên Parêzer Canan Arinê nebe. Çimkî AKP dixwaze di vî warî de huqûqa şerrî jî tesîs bike."
Şen, gotinên Serokomar Erdogan ên sala 2014'an bi bîr anîn ku gotibû "Hûn nikarin jin û mêran têxin weziyeteke wekhev, ew li dijî fitratê ye. Feminîst dayikbûnê qebûl nakin" û wiha axivî: "Ev ne gotineke rasthatinî ye. Ev hemû nîşaneya dijminahiya jinê ne, perçeyeke ku jinê bikin koleyê mêr û malbatê. Ji bo ev yek pêk bê divê hemû destkeftiyên jinan bên tunekirin û jin hedef bên nîşandan. Mevcûdiyeta qedexebûna kurtajê, destûra marbirînê ya miftîtiyan, daxuyaniyên endamê MYK'ê yê AKP'ê yên der barê îktîdareke damezrîner û hwd. hemû ne tesaduf in. Îktîdara siyasî gav bi gav dixwaze hemû destkeftiyan tune bike û pergala huqûqa şerî tesîs bike. Helbet dema îktîdar vê yekê dike dem bi dem li rajenê(nabiz) jî dinihêre."
‘NEYTA JINAN TUNE YE KU DEV JI DESTKEFTIYÊN XWE BERDIN'
Şen wiha domand: "Li vir li hemberî kesên nemisilman cudaparêzî û dijminahiyek jî heye. Mînak, dê xirîstiyan, cihû, elewî û ateîstên li vî welatî çi bikin? Em dikarin bêjin ku dê bi vê sepandinê re 'fîşkirina' wan bêtir bê 'fermîkirin'. Neyta jinan tune ye ku dev ji destkeftiyên xwe berdin. Li holê têkoşîn û rêxistinbûyîneke bi salan heye. Tevgera jinan û feminîst, li dijî hemû polîtîkayên îktîdarê yên dijminê jinan e bi piştevaniyî tevdigerin û têkoşîna xwe didomînin. Bi biryar in ku vê piştevanî û têkoşînê xurtir bikin."