STENBOL - Jinên ku her çarşem li Forûma Jinan a Yogûrtçûyê kom dibin, diyar kirin ku dema ew li cem hev bibin xwe hêzdartir hîs dikin û wiha gotin: "Di her warî de em piştevaniya hevdû dikin. Divê gelek jinên cuda bên tevlî me bibin. Em ê wisa xurtir bibin."
Forûma Jinan a Yogûrtçûyê, li ser banga jinên tevlî çalakiyên Parka Geziyê bûn û Kolektîfiya Femînîst a Stenbolê di 26'ê Hezîrana 2013'an de cara ewil li Parka Yûggûrtçûyê kom bû û avaniyeke serbixwe ye. Ji wê rojê heta niha jin her çarşem li hev kom dibin. Ji gelek derdoran jin beşdarî vê forûmê dibin û her hefta der barê rojeva feminîst de nîqaş tên kirin. Dema mirov dikeve Parka Yûgûrtçûyê, ewil pankartên mor ên jinan bala mirov dikêşin û bi xwarinên li gel xwe tînin parkê vediguherînin qada pîknîkê. Her wiha jin li ser pirsgirêkên xwe yên malê, kuçe û cihê kar jî nîqaşan dikin û hewl didin çareseriyan peyda bikin. Rojeva vê hefteyê ya forûmê êrîşên li hemberî terhê jiyanê yên jinan bû û her wiha mijara hefteya bê jî wek "Destûrdayîna marbirînê ya ji bo miftîtiyan" hat plankirin.
Yek ji beşdarvanên daîmî yê Forûma Jinan a Yûgûrtçûyê Naciye Ertaş, dest nîşan kir ku ew her çarşem li parkê tên cem hev û hem pîknîkê dikin hem jî forûmê dewam dikin. Ertaş, got ku der barê jinan de çi hebe ew nîqaş dikin. Ertaş, dest nîşan kir ku wan dest bi dîroka têkoşîna feminîstiyê kiriye û hemû xwendine û wiha domand: "Em li ser berxwedana jinê hûr dibin. Hikûmet li hemberî destkeftiyên jinan tevdigere. Helbet li hemberî vana berxwedaniyeke me jî heye. Em çalakiyan birêxistin dikin an jî em tevlî hin çalakiyên ku tên lidarxistin dibin."
‘EM XWE LI VÊ QADÊ EWLE HÎS DIKIN'
Ertaş, anî ziman ku ji roja ku dest pê kiriye ew tevlî forûmê dibe û zaf kêfxweş e ku ew jin li gel hev in. Ertaş wiha domand: "Di jiyanê de tu tiştekî min tune be jî, Forûma Jinan a Yogûrtçûyê heye. Qadeke ku em xwe tê de zaf ewle hîs dikin heye. Di her warî de em piştevaniya hevdu dikin. Em nîqaşan dikin û ev nîqaş me pêş ve dixin. Ji xwe forûm li gor rêgezên feminîst tevdigere. Helbet hemû kesên tên ne mecbûr in xwe wek feminîst bidin nasandin. Taliya talî forûmeke jina ye. Axirê Forûma Jinan a Yûgûrtçûyê heye. Axirê ez li vir im û her çarşem têm. Em tevî jinan kampê çêdikin û dawiya hefeteyan diçin seyranan. Gelek jinên li forûmê mesela li vir hevdu nas kirin. Hevaltiyên me yên baş çêbûn."
'EM Ê PIŞTEVANIYA JINÊ XURT BIKIN'
Mamosteya teqawîd Canan Kiliçkeser ku ev 4 sal e bênavber tevlî forûmê dibe, anî ziman ku forûm tenê ne qada ku organîzasyona çalakiyan lê tê çêkirin, di warê pêşvexistina şexsî de jî gelek tiştan li jinan zêde dike. Kiliçkeser wiha got: "Li vir ez xwe qet bi tenê hîs nakim. Di gelek waran de dema pirsgirêkek xwe bide der, demildest em dicivin. Ev tiştekî zaf xweş e. Em piştevaniya jinê xurt dikin. Ev yek zaf li xweşa min diçe û baweriya min xurtir dike."
‘DIZANIM KU EZ NE BI TENÊ ME'
Ozengul Ergun jî, got ku her çi qas ew bi awayekî rêk û pêk tevlî nebejî, ew dizane ku her çarşem jin dicivin û ev yek baweriya wê xurt dike û wiha got: "Ev hesta baweriyê bi awayekî zêde li min peyda bûye. Nîqaşkirin û axaftinan jinan têkoşeriyê li meriva zêde dike. Dizanim ku ez ne bi tenê me."