Jinên alikarî ji polîsan xwestin rastî lêdana polîsan hatin

ÎZMÎR – Li Îzmîrê 2 jinên ciwan ên 19 û 22 salî rastî tacîza kesên li motosîkletê sîwar bûn, hat. Jinên ku alîkarî ji polîsan xwest, rastî lêdana polîsan hatin.

Li Îzmîrê 2 jinên ciwan ên 19 û 22 salî rastî tacîza kesên li motosîkletê sîwar bûn hatin. Jinên ku alîkarî ji polîsan xwest, rastî lêdana polîsan hatin. Jinan giliyê polîsan kirin. Polîsan jî xwe bi, 'jinan heqaret li me kiriye' parastin û giliyê jinan kirin. Bûyer di kamerayê de jî hat dîtin. Derya ya 19 salî ku ji Kanala Show’ê re axivî, bûyer wiha vegot: “Em vedigeriyan malê. Du ciwanên ser motosîkletê bi destan, em tacîz kirin. Me polîs dîtin. Bi armanca alîkarî xwestinê em çûn gel wan. Me ji wan re got ‘Me plake nedît ku we dîtibe hûn dikarîn bibin alîkar.’ Polîsan dimildest em erdê re dirêj kirin. Pêlî lingê min ê şkestî kirin. Pehîn li me xistin. Ranê min reş û şîn kirin.”

Seray a ku hat taciz kirin û polîsan li wê xist jî diyar kir ku polîsan ji wan re gotiye, bi van kincên li ser we kêm jî li we kirin e, ka li halê xwe mêze bikin.

JI ALIYÊ KAMERAYAN VE HAT QEYDKIRIN

Li gorî qeyda kameraya ewlehiyê, 2 jinên li ser rê, tiştnan ji polîsan re dibêjin. Piştre polîsek xwe bi ser jinan de hêrs dike, jinek vê yekê qebûl nake, polîsê din jî li jina din dixwe û kaşî erdê dike. Welatiyên derdor dixwazin polîs û jinan ji hev veqetinîn. Piştî bûyerê jinan giliyê polîsan kirin û polîsan jî giliyê jinan kir.

Piştî bûyerê der barê polisan de lêpirsîn hat vekirin.