Qeyûm deriyê Bazara Jinan girt

MÊRSÎN - Qeyûmê AKP’î dest danî ser mifteya deriyê Bazara Nirxandina Keda Jinan ku ji aliye Şaredariya Akdenîzê ya DBP’ê ve hatibû vekirin.

Qeyûm Muhîttîn Pamuk ku ji bo Şeredariya Akdenîza Mêrsînê hat tayînkirin, mifteya deriyê Bazara Nirxandina Keda Jinan ji jinên esnaf girt. Midûra jin Arîfe Suzer ku qeyûm erkdar kir, bi polîs û zabiteyan re hat Bazarê û mifte ji jinan girt. Pişt re ji jinan xwest ku heya êvarê bazarê vala bikin. Suzer ji jinên bertek nîşan dan re got “Ev der li ser navê we ne tapu kiriye” û berê xwe da zabitaya û ji wan re jî got “Ev der ne malê we yê tapukiriye jî” û bertek nîşanî wan jî da.

Maşallah Nas ku li bazarê bi çêkirina borekan debara mala xwe dike, diyar kir ku ev bazar cihê debara wan e û wiha axivî: “Debara zarokên xwe bi qezenca vir dikim. Ev der cihê me ye. Ciheke ku bi keda jinê avabûye. Ji bo keda xwe ez ê serî li hemû rêyên hiqûqê bidin.”

Jinên ku mifte ji wan hat girtin, daxaznameyên endamên Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Mêrsînê ku tekildarî girtina bazara jinan amadekiribûn, dan qeyûm Pamuk.