Jinan êrîşa li hemberî Kiliç û Gurerê şermezar kir

ÎZMÎR - Endamên Platforma Dest Nede Cilûbergên Min, bi mebesta piştevaniya Derya Kiliç û Seray Gurer ku li Alsancakê du kesên bi morsiklêt ew taciz kiribûn û paşê rastî êrîşa polîsên ku ji bo alîkariyê gazî wan hatibû kirin hatibûn, daxuyanî dan.

Jinên bi navê Derya Kiliç û Seray Gurer li Alsancaka Îzmîrê, ji aliyê du kesên bi motorsiklêt hatibûn tacizkirin. Li ser vê yekê her du jinan ji bo alîkariyê gazî polîsan kiribûn û polîsên ku ji bo alîkariyê hatibûn jî êrîşî her du jinan kirin. Jinên endamê Platforma Dest Nede Cilûbergên Min, ji bo şermezarkirina vê taciz û êrîşê daxuyanî dan. Jin li ber avahiya OSYM'ê ya li Kolana Şehîdên Kibrisê hatin gel hev. Di nav jinan de Derya Kiliç ku wê şevê polîsan êrîşî wê kiribû jî cih girt. Kiliçê xwest tiştên hatine serê wan vebêjin, lê belê xwe negirt û hêstir ji çavên wê hatin û ji ber vê nikaribû biaxive.

Li ser navê jinan Sennur Garip daxuyanî xwend û wiha got: "Em ji bo Ayşegul Terzi, Melisa Saglam, Canan Kaymakçi, Çagla Kose û herî dawî jî ji bo Derya û Seray ku ji ber cilûbergên xwe êrîş li wan hatin kirin li vir in. Çend roj berê dema Derya û Seray li Alsancakê dimeşiyan du mêran ew taciz kirin. Paşê ji bo alîkariyê gazî polîsan kirin, lê belê polîsên hatin jî gotin 'Ji ber van kincan tiştê li we kirine hindik kirine' û ew derb kirin. Em dixwazin der barê polîsên ku hevalên me derb kirine demildest kirarî bên destpêkirin. Wî tiştî li xwe neke, li wir nemeşe, wisa nekene û hwd. hemû wek derbkirin, wek cinayetê li me vedigerin. Divê demildest dev ji sererastkirinên qanûnî yên li hemberî terhê me yê jiyanê bê berdan."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û tilîliyan bi dawî bû.