MANÎSA - Êrîşkar D.K. yê dema Ebrû Tîrelî ya ducanî li parkê spor dikir, bi pehînan êrîşê wê kir hat girtin.
Li Tûrgûtlûya Manîsayê, roja çarşemê Ebrû Tîrelî ya ducanî dema li parka nêzî mala xwe spor dikir, bi pehînan rastî êrîşa D.K. hatibû. D.K hat girtin û ew şandin girtîgehê. D.K. yê dema Tîrelî li parkê spor dikir, ji Tîrelî re gotibû, "Careke din li vir sporê neke" û bi pehînan êrîşê wê kiribû û hat zanîn ku D.K. li Tûrgûtlûyê esnaftiyê dike.
Têkildarî êrîşê berê bi navê Mehmet T. hatibû girtin, piştî "delîlên nû" derketin holê, serbest hatibû berdan.