STENBOL - Jinên ji ber şer ji Sûriyê koçber bûn û li Stenbolê bi cih bûn li dijî şer û penaberiyê, Pêjgeha Penaberan a Jinan vekir. Jinên li vê pêjgehê dixebitin, rîcal û tirşa ku çêdikin, hem debara xwe dikin û hem jî ji zarokên Sûriyeyî yên penaber re dişînin.
Jinên ji Sûriyê ji ber şer û êrîşan koçber bûn û hatin li Stenbolê bi cih bûn, li Stenbolê Pêjgeha Penaberan a Jin û Jin vekirin. 15 jinên ku ji deverên cuda hatin hev dîtin, li Okmeydanî Pêjgeh vekirin. Jinên ku mal bi mal hev ziyaret kirin û ketin nava şêwirînê biryarek hevpar dan û pêjgeh ava kirin. Jinên kul i ser têkiliyên cîrantî û civakî tor ava kirin, biryar girtin ku Pêjgeha Penaeran a Jin û Jin ava bikin. Jinên ku li dijî şer û koçberiyê hatin cem hev û xwestin heviyê pêş bixin, ji tirî, sêv, herûk û fêkiyên din rîcalê çê dikin. Dîsa ji îsot, fireng û sezbeyên din tirşiyê çêdikin û hem debara xwe dikin hem jî ji bo zarokên penaber alîkariyê dikin. Jinên li vê pêjgehê tirş û rîcalê çêdikin, berhemên xwe li Bazara Moda Organik û Bazara Pişteevaniya Tatavla difiroşin. Jin bêtir ji bo piştevanî û hevkariyê li vê Pêjgehê dixebitin û ji bo penaberan hilberînê dikin.
HATIN JI BO ZAROKÊN PENABER IN
Jinên penaber ên kurd, ereb û xwedî nasnameyên cuda li vê pêjgehê gihiştin hev û dest bi hilberîna tirş û rîçalê kirin. Piştî Komeleya Okmeydani deriyê xwe li jinan vekir,jinan li vir pêjgeh avakir û dest bi xebatê kirin. Jin hin caran li vir hin caran li malên xwe rîçal û tişrê çêdikin û destê alîkariyê dirêjî zarokan dikin. Jinên ku hêj nû bihgeha pêjgehê ava dikin armanc dikin ku di demên pêş de li ser bingehek mezintir bêtir xizmetê bidin zarokên penaber. Li Komeleyê jî ji bo zarokan batanî, sobe, alavên dibistanê, tê stendin. Hefteya borî Cîgira Seroka Komeleya Piştevaniya Civakî ya Okmeydani (OKDER)
Songul Yarardede û jinên pêjgeh ava kirine li Salona Civînê ya Cezayirê kom bûn û danasîna pêjgehê kirin. Endamên Pêjgehê Gulistan Huseyn, Sekina Îbrahim û Cîgira Seroka OKDER’ê Songul Yarardede der barê xebatên Pêjgehê de axivîn.
DIXWAZIN PIŞTEVANIYÊ XURT BIKIN
Welatiya Qamişlo Gulistan Huseyn ku 3 sal berê ji ber şer koçî Stenbolê kir, tevî 3 zarokên xwe li Stenbolê dijî. Huseyn, anî ziman ku dema li Sûriyê bû zêre zor û zahmetî nedijiya, lê piştî koçî Tirkiye kir rastî gelek zor û zahmetiyên mezin hatin. Gulistan Huseyn, da zanîn ku li OKDER piştrî hev nas kirin dest bi hilberîn û afirandinê kir. Huseyn, anî ziman ku li vê pêjgehê hem debara malbata xwe dike û hem jî piştgiriyê dide zarokên Rojava û wiha got: “Nihaı em 15 jin li vir dixebitin. Ger ku cih mezin be em dikarin zêdetir jin li vir bixebitin û bêtir alîkariyê bidin zarokan. Niha 500 jin hene. Lê şert û mercên xebatê kêm in. Em dixwazin bêtir xwe bigînin zarokan.
HEM DEBARA XWE DIKIN HEM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PENABERAN
Jina ji Qamişlo hat li Stenbolê bi cih bû Sekina İbrahim jî xwedî heman çîrok e. İbrahim jî li vê pêjgehê jinên din nas kir û dest bi hilberînê kir. Îbrahîm, destnîşan kir ku ji ber zimanê tirkî nizanîbûn li Tirkiye gelek zahmetî dît û wiha got: “Em jin bibin yek em dikarin gelek tişt bikin. Em dikarin bi çêkirina xwarinê piştgiriyek mezin bidin zarokên penaber. Berê me li malên xwe çêdikir. Lê piştî OKDER’ê deriyên xwe li me vekir em hatin vir. Em dixwazin hem debara xwe û hem jî debara zarokên koçber bikin.
Cîgira Seroka OKDER’ê Songul Yarardede jî anî ziman ku bi vê pêjgehê dixwazin bêtir ked û hilberîna jinê bê dîtin û wiha got: “Em jin dixwazin hem debara malbatan bikin û hem jî dixwazin bi berhemên xwe piştgiriyê bidin kesên mohtacî alîkariyê. Jinên ku bi armanca bêtir alîkarî û piştevaniyê bidin hev û penaberan hatin cem hev dixwazin bêtir alîkariyê bidin. Em çiqas hevkarî û piştevaniyê bikin em dê bêtir bi ser bikevin. Em çiqas mezin bibin em dê karibin bêtir piştevaniyê bikin. Niha em 15 jin li heav kom bûne. Lê gelek jin hene. Em dixwazin vê torê mizintir bikin. Jinên ku dixwazin tev li vê torê bibin dikarin bi riya medya civakê xwe bigînin me.